Li Kolana Emîloglûyê xebatên peyzajê hatin kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Cadeya Cemîloglu ya navçeya Baxlarê xebata peyzajê kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo bajarekî hêşîntir û estetîktir çandina kulîlkên demsalî yên havînê yên ku di tesîsên xwe de hildiberîne, li navçeyên navendî Baglar, Yenîşehîr, Sûr û Kayapinarê diçîne. Şaredariya Bajarê Mezin ku bal kişand ser naverêk û xaçerêkên ku peyzaj û şitil lê nayên kirin, li ser Cadeya Cemîloglu ya navçeya Baxlarê xebatên peyzajê da meşandin.

Axa navbirka rê hatiye tekûzkirin

Ekîban ji bo ku Kolana Cemîloglu guncawî çandiniyê bikin, axa ku ne guncaw e ji bo kulîlk û çîçekan rakir. Piştî danîna axa nû, ribsekirina wa û qad bi tevahî ji bo çandiniyê hate tekûzkirin.

5 hezar kulîlkên havînê hatin çandin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Kolana Cemîloglu ya ku ji aliyê mîmarên peyzajê ve hatiye çêkirin de 5 hezar margolên demsalî yên havînê çandin. Ji bo ku kulîlkên demsalî yên havînê hê bêtir estetîk xuya bikin, taflanên zer, arboriyên top û gulçika şîn jî pê re hatin çandin. Di beşeke naverêkê de giya jî hate çandin.

Di xebatê de plana kêm bikaranîna avê derket pêş

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di xebatên peyzajê yên ku li Cadeya Cemîloglu tên kirin de bal kişand ser malzemeyên ku hewcedarî avê ne. Ekîban li hin deverên naverêkê ku kulîlkên demsalî yên havînê lê dihatin çandin, malzemeyên kulîlk û çîpên darê, ku jê re dibêjin peyzaja hişk, bi kar anîn.

Li kolanên Înanoglu û Kişlayê 20 hezar kulîlk

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li ser cadeyên Kişla û Înanoglu yên ku di nav sînorên navçeya Yenîşehîrê de ne, 20 hezar kulîlkên demsalî yên wek zinya û marîgûl çandin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31