Şaredariya Amedê bajêr dide nasîn

Şaredariya Bajarê Mezin “Di 2emîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê" de Amed da nasîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî 2yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê bû ku di navbera 23-26ê Gulanê de hat lidarxistin. Şaredariya Bajarê Mezin a ku standa wê ya bi navê "Çêjên Herêmî yên Amedê" li fuarê hat vekirin bal kişand ser xwarinên herêmî yên Amedê pêşkêşî mêvanan kir.

'Me hewl da ku xwarinên xwe zêdetir darîçav bikin'

Seroka Daîreya Karûbarên Esnaf û Esnafan Bêrîvan Guneş, diyar kir ku fuar xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got ku wan di fuarê de hewl daye çêjên taybet ên Amedê derbixin pêş. Guneş wiha got: “Em ji kevneşopiyeke welê tên ku cara pêşîn li Mezopotamyayê erda hate kêlan/cotkirin û genim hat çandin. Di vî warî de me hewl da ku di fuara xwe de vê rastiyê zêdetir darîçav bikin. Di heman demê de me hewl da ku em berhemên ku me wek ên Amedê tomar kirine bidin nasîn. Tevlîbûn ji ya ku me hêvî dikir gelek zêdetir bû. Di vê wateyê de em gelek spasiya gelê xwe dikin. Me bizav kir ku em xwarinên xwe bêtir bînin ber çav. Me ji mêvanên xwe re şerbetê şêranî, şerbetê Keldanî û ya rihanê pêşkêş kir. Me ji xwarinên me yên hema ji bîr kirî Meftuneya Bi Kereng pêşkêşî kir. Ew xwarina me girareka tescîlkirî ye."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30