Di karsaziyên li vîllayên Diclekent de kontrolkirina qirêjiya deng

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya rêziknameya deng de, li vîllayên Dîclekentê yên li navçeya Kayapinarê ku cihên bêhnvedan û şahiyê yên gel lê hene, kontrola qirêjiya deng kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo têkoşîna li dijî qirêjiya deng a ku bandorê li tenduristiya mirovan dike, di çarçoveya "Rêziknameya Nirxandin û Birêvebirina Dengê Jîngehê" de, bi nirxandina giliyên welatiyan ên li cihên bêhnvedan û şahiyê yên gel, xebatên xwe didomîne.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê, di dema weşana muzîka zindî de li vîllayên Dîclekentê ya navçeya Kayapinarê, kargehên ku sînorên qanûnî derbas kirine û bûne sedema qirêjiya dengan, bi dengmêtreyê tesbît kirin û bi kamerayê qeyd kirin. Ekîban der barê karsazên mijara gotinê de rapora lêkolînê amade kirin.

Ekîban di dema kontrolên xwe da agahî dan esnafan da ku welatî ji ber dengê bilind nerehet bibin û tedbîrên ku ji bo gemarîbûna deng bên girtin vegotin.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê dê bênavber lêkolînên xwe bidomînin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30