DÎSKÎ bi çareseriya pirsgirêkên binesaziyê radibe

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser rêya Rihayê ya ku di dema barana zêde de dibe sedema kombûna avê, li Xaçerêya Kopruluyê ya Nexweşxaneya Welidînê dest bi xebatên binesaziyê kir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên nûkirina binesaziya bajêr didomîne. Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo zirara lehî û lêserên ji ber barana ji nişka ve û zêde çêdibin, şebekeyên ava baranê vediqulipîne lûleyên berhevkar ên mezin.

Di vê çarçoveyê de ekîb bi avakirina xeta ava baranê ya li duryana Kopluluya Nexweşxaneya Welidînê ya li ser rêya Rihayê, dê şebekeyeka hezar û 300 metreyî deyne.

4 xet dê werin derbaskirin

Ji bo ku di dema baranê de li xaçerêya Bulvara Mahabadê û Xaçerêya Nazim Hîkmetê xitimîn çênebe, di navbera rêya Rihayê û Xaçerêya Nazim Hîkmetê de 4 xetên derbaskirina ava barînê tên çêkirin. Bi vê yekê re wê pengên ku li herêmê çêbibin ji holê bên rakirin.

Di çarçoveya xebatê de hezar û 713 metre lûleyên betonê, 34 manholên teftêşkirinê, 135 torbeyên ava baranê, hezar û 275 metre girêdana ava baranê, 34 hesinên hesinî yên çîtik dê bên çêkirin.

Şerîfoglu li cihê wê xebat saxtî kir

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû, xebatên binesaziyê yên ji Kolana Evrîm Alataş a navçeya Baglarê dest pê dikin û heta rêya Rihayê dirêj dibin, seh kir. Şerîfoglû, da zanîn ku ekîbên DÎSKÎyê bênavber xebatên xwe didomînin û wiha got: “Em jî wek hemû bajarên xwe bandora guherîna avhewayê ya global dijîn. Baranên ji nişka ve û giran yek ji bandorên vê yên herî diyar in. Bi xebata ku me dest pê kiriye, ji bo ku ji ber barana ji nişka ve û zêde baran çênebin me li Çerxerêka Koprulu ya Nexweşxaneya Welidînê ya Bulvara Rêya Rihayê dest bi kar dikin. Me biryar da ku em xetên tora xwe ya kevn û netêr mezin bikin û nû bikin."

Di seradana Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Şerîfoglû de, Hevşaredarê Baxlarê Siraç Çelîk jî amade bû.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30