Xebatên paqijkirina sûrên dîrokî dewam dikin

Ekîbên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sûrên dîrokî yên ku di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê de cih digirin, xebatên xwe yên paqijkirinê didomînin.

Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê, di çarçoveya hemleya paqijiyê de li tevahiya bajêr xebatên xwe didomînin. Ekîb ji bo ku paqijiya sûrên dîrokî misoger bikin û turîstên xwecihî û biyanî bi hêsanî karibin serdana avahiya dîrokî bikin bi baldarî dixebitin.

Paqijkirina peryodîk tê kirin

Piştî xebatên paqijkirina hemû birc û ber bedenan, ekîb bi kontrolên bênavber guhdana hindê dike ku sûr û meydanan daîm paqij bihêle.