Şaredarî: Ala li mêvanxaneyê di dema qeyûm de hat daxistin

Em ji raya giştî re radigihînin ku nûçeyên ku di hin dezgehên çapemeniyê de der barê rakirina ala Tirk a li Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatine weşandin, bi mebest hatiye kirin û bûyera navborî di Kanûna 2023an de (dema qeyûman) pêk hatiye.

Nûçeyên buxtan ên ku ji bo şermezarkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her tim li ser alê tên kirin, bi taybetî ji aliyê hin saziyên çapemeniyê ve tên servîskirin. Li ser îdiaya ku ala Tirk ji Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Nexweşan ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin de dixebite hat rakirin, me hewce dît ku vê agahiyê ji raya giştî re ragihînin. Di encama lêpirsînê de aşkere bûye ku bûyera 'Ala Tirk ji Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Nexweşan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya DEMê hat rakirin' di esasê xwe de rast nîn e, hema tadilat û boyaxkirina vê saziyê ala hatiye rakirin. Ev bûyer di Kanûna 2023an de qewimiye û ala di depoyê de hatiye ragirtin."

Em ji raya giştî re radigihînin ku îdiayên ku di nûçeyê de hatine gotin rastiyê nîşan nadin û bi armanca şermezarkirina nêzîkatiya demokratîk, tevilkar, piralî û civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têne kirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30