Civînên plansaziya stratejîk a 5 salan bi muxtaran re dest pê kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, di çarçoveya amadekirina Plana Stratejîk a 5 salan de bi muxtarên navçeyên Sûr, Peyas, Baxlar û Yenîşehîrê kom bû, li pirsgirêkên wan guhdarî kirin û nêrîn û pêşniyarên wan wergirtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo di amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an de gel, serok, saziyên sivîl, hevşaredar û endamên meclisê, sazî û dezgehên cemaweriyê li 17 navçeyan cih bigirin dest bi xebatê kir. Civîna ewil a li Navenda Çand û Kongreyê bi muxtarên taxên Sûr,  Peyas, Baxlar û Yenîşehîrê re pêk hat. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, hevşaredarên navçeyan, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, alîkarên sekreterê giştî, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû, serokên beşên pêwendîdar ên Bajêr û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ û muxtarên taxan beşdarî civînê bûn.

Muxtaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman

Di civînê de muxtaran pirsgirêkên binesaziyê yên wekî av û rêyên taxên xwe anîn ziman û der barê Plana Stratejîk a 5 salan û her wiha pirsgirêkên taxên xwe de nêrîn û pêşniyarên xwe derbirîn.

Bucak: Em ê 5 salên pêş me bi hev re plan bikin

Hevşaredar Bucak di civînê de axivî û diyar kir ku ew di çarçoveya Plana Stratejîk a 5 salan de li hev kom bûne û spasiya muxtarên taxan ên beşdarî civînê bûne kir. Bucak anî ziman ku ew ê bi saziyên sivîl, muxtar, hemû dînamîkên civakê û gel re plansaziya bo 5 salan bikin û got ku ji meha berfanbarê û vir ve haya wan ji pirsgirêkên binesazî, av û rêya gundan heye. Bucak, destnîşan kir ku piştî hilbijartinê di çarçoveya hin plansaziyan de bi Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê û dezgehên pêwendîdar re di cih de biryar dane.

'Em ê butçeya gel biparêzin'

Bucak bal kişand ser tayînkirin û pêkanînên qeyûman û diyar kir ku armanca wan 8 salên ku qeyûm hatin tayînkirin ew e ku gel feqîr û xizan bikin û li şaredariyan talan û gendeliyê bikin. Bucak, destnîşan kir ku çavkaniyên şaredariyê ji bo gel nehatine mezaxtin û diyar kir ku di wan 8 salan de encamên hevdîtinên qeyûman ên muxtaran re li ber çavan in. Bucak anî ziman ku ew ê şaredariyên xwe biparêzin û wiha got: “Dema em bêjin em ê şaredariyan biparêzin, em ê mafên bi destkeftiyên van kesan û butçeya gel biparêzin. Weke din em behsa avahî û dîwaran nakin.”

'Divê em bi hev re li dijî qeyûman derkevin'

Bucak li dijî tayînkirina qeyûman banga yekîtiyê kir û weha got, “Îro dema ku meyla gel bo şaredariyan heye, divê em bi hev re li ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin. Em li ku dibin bila bibin, divê em mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Divê em bibêjin ku ev yek dijdemokratîk û ne rewa ye û di tu yasayan de cihê wê nîne.”

'Muhtar nûnerên xebatên şaredariyê ne'

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku muxtar nûnerên xebat û projeyên şaredariyên wan ên li gund û taxan in. Hevşaredar Bucak da zanîn ku di warê bikaranîna ava vexwarinê de bi awayekî xweşik û rast berpirsyariyeke mezin a muhtaran heye û wiha got: “Divê ji bo bikaranîna avê hişyariyeke cidî bidin hemû gelê taxê. Dinya germ e, hîna 3-4 meh li pêşiya me mane, bikaranîna avê ya bi bandor, rast û domdar pir girîng e. Werin em ava vexwarinê bi zanayî û bêyî teseruf bikar bînin, ne ji bo avdana baxçeyan."

'Em ê fîloya xwe nû bikin û otobûsên nû bikirin'

Bucak amaje bi pirsgirêka hatinûçûnê ya li bajêr jî kir û diyar kir ku dema dest bi wezîfeyê kirin 70 otobûsan qusûr û kêmasiyên wan hebûn û ji bo ku wan bidin ber xizmeta bajêr çareserî neyê dîtin lewra projeya sîstema rêhesinî ya sivik nehat îmzekirin û tu gav nehatin avêtin. Bucak, destnîşan kir ku wan ev proje ji refikê daxistiye û dê li ser îhaleyê bixebitin û wiha dewam kir: “Ger tiştên ku ev 20 sal in diaxivin îmze bikirana, li evî bajarî dê tu pirsgirêka çûnûhatinê tune bûya. Ne tenê me proje ji refikê daxist, Midûriyeta me ya Veguhastinê hefteya borî çû Stenbolê û bi midûriyeta giştî ya pergala rêhesinî ya sivik û midûriyeta giştî ya kar û barên otobusan re hevdîtin kir. Em dixwazin wan vexwînin vir. Zû yan dereng em ê vê fîloya xwe nû bikin. Em ê otobûsên nû bikirin, xetên xwe sererast bikin û ajokarên xwe perwerde bikin."

Hevserok Hatûn: Divê em ji xwe ve dest bi teserûfa avê bikin

Hevşaredar Dogan Hatûn diyar kir ku ji bo plansaziya stratejîk a 5 salan bê çêkirin nêrînên hemû beşên civakê girtine û bal kişand ser pirsgirêka avê ku yek ji pirsgirêkên sereke yên cîhanê ye. Hatûn weha axivî, “Dema DÎSKÎ plansaziya avê dike, çavkaniyên avê, çend kes di malekê de dijîn, çiqas av hewce dike, divê hemû bi plan bên kirin. Ger bexçe bi ava vexwarinê bên avdan, av winda dibe. Li ser vê yekê me li hemû navçeyan xebatên lêkolîn û vesehiyê kirin. Me pêwîstiya ava vexwarinê û ava avdanê diyar kir. Du bendavên me hene. Li gorî lêkolînan pêdiviya malbatekê mehane bi avê derdora 130 ton e. Li Pîranê 500 ton av tê xerckirin. Em hê jî bêhêz in, çima? Ji ber ku ev av ji bo baxçe û avdanê tê bikaranîn. Bila avdanî û ava vexwarinê ji hev cuda bi kar bînin. Divê ji bo ava vexwarinê plansaziyek bê kirin. Berî her tiştî, divê em ji xwe ve dest pê bikin. Ger em bi rêkûpêk dest bi bikaranîna avê nekin, em nikarin vê yekê ji cîranên xwe, gundê xwe, taxa xwe û bajarê xwe bixwazin. Ev ji pirsgirêka şaredariyê zêdetir pirsgirêka me ye. Me lêkolînên berfireh li ser pirsgirêka avê li hemû navçeyên xwe, heta taxên herî dûr pêk anî. Me plan kir ku gundek jî bê av nemîne. Em ê pirsgirêkên avdanê jî bi bîrên sondajê çareser bikin.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30