Otobûs ji bo xwendekarên dikevin YKSê belaş e

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên ku dê di Îmtîhana Saziyên Perwerdehiya Bilind (YKS) ya ku dê di 8-9ê Hezîranê de bê kirin, xizmetên çûnûhatinê bêpere bike.

Bi biryara Daîreya Veguhastinê, xwendekarên ku dê bikevin Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS) ku dê di 8ê Hezîranê û 9ê Hezîranê roja Yekşemê de bê kirin, roja îmtîhanê, dê ji xizmetên veguheztinê yên ku ji aliyê şaredariyê ve bêpere tên dayîn, sûd werbigirin. 

Xwendekar ên ku dê beşdarî îmtîhanê bibin, ger belgeyên têketina îmtîhanê nîşan bidin dê di navbera saet 07.00-17.00an de bêpere sefera giştî ya şaredariyê bi kar bînin.

Ekîbên zabiteyan dê ji bo îmtîhanê di amadebaşiyê de bin

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Zabiteyan jî dê ji Otogara Herêmên Rojhilat û Rojava, 2 rojan bêpere xwendekaran bişînin cihên îmtîhanê. Ekîb ji bo ku xwendekarên ku ji gundan tên navenda bajêr, haya wan ji bajêr kêm e, yan jî wesayitekê peyda nakin da ku ji bo îmtîhanê dereng nemînin dê hişyariyê li wan bikin û wan arasteyî cihê wan ê îmtîhanê bikin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30