Ji DÎSKÎyê Tedbîrên Cejna Qurbanê

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê li Nava Sûrê di borsa heywanan û di kanal û hêlên ava baranê de xebatên paqijiyê yên berfireh dimeşîne.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo parastina tenduristiya gel didomîne. Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê piştgirî dide xebatên ku tên kirin da ku welatî di hawîrdoreke paqijtir û saxlemtir heywanên qurbanan bikirrin û bifiroşin.

Ekîbên DÎSKÎyê beriya Cejna Qurbanê di warê pevguhertina sewalan û xetên binesaziyê de xebateke berfireh dan destpêkirin.

450 metre xetên kanalîzasyon û ava baranê hatin paqijkirin

Di xebata ku ji aliyê 2 ekîbên her yek ji 7 kesan pêk dihat û kamyoneke kanalîzasyonê ya hevbeş pêk hat de, tevayî 450 metre kanalîzasyon û şebekeyên ava baranê yên di borsa heywanan de hatin paqijkirin.

Li Nav Sûran bi berfirehî paqijî hat kirin

Ekîbên DÎSKÎyê li herêma Nav Sûran ya ku gelek caran turîstên xwecihî û biyanî tênê jî xetên kanalîzasyon û ava barînê paqij kirin.

Paqijkirina Mizgefta Mezin, Çarşiya Şewitî û Bazara Aşefçilerê

Ekîban di xetên kanalîzasyon û ava baranê yên derdora Mizgefta Mezin de xebatên paqijkirinê kirin û xetên ku hatibûn girtin ji nû ve hatin aktîfkirin. Her wiha ekîb li Bazara Çarşiya Şewitî û Bazara Aşefçilerê ku yek ji kevintirîn cihên kirrîn û firotinê yên bajêr e, xebatên paqijiyê yên berfireh dimeşînin û rê li ber astengî û bêhnên xerab digirin û lê mijûl in ku welatî bi rehetî û bi tendurustî danûstendina xwe bikin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30