Daxuyanî Derbarê Girtina Hin Rêyan de
Ji ber pîrozbahî û proveyên 30’ê Tebaxê Roja Serkeftinê, rêyên li derdora Parka Anitê (Anit Park) dê di van dem û saetên diyarkirî de ji çûyîna wesayîtan re bêne girtin:
· 27’ê Tebaxê saet ji 21.00’an heta bi dawîbûna bernameya proveyê ya 28’ê Tebaxê,
· 29’ê Tebaxê saet ji 21.00’an heta bi dawîbûna bernameya pîrozbahiyê ya 30’ê Tebaxê.
⛔ Guzergehên ku ji trafîkê re tên girtin:
· Beşa Cadeya Buyuk Alp a di navbera Cadeya Hintli Baba û Kolana Ali Emiri 5. de,
· Beşa Cadeya Înaloglu ya di navbera Cadeya Hintli Baba û Cadeya Îstasyonê de,
· Beşa Cadeya Yaşar Kemal a di navbera Cadeya Lîse û Cadeya Gevranê de,
· Beşa Cadeya Hintli Baba a di navbera Cadeya Buyuk Alp û Cadeya Qişlayê de,
· Beşa Cadeya Qişlayê a di navbera Cadeya Hintli Baba û Cadeya Îstasyonê de.
⚠️ Zanyariya Girîng:
Li ser van guzergehên diyarkirî rê li ber parkkirina wesayîtan nayê dan. Ji şofêran bi girîngî tê daxwazkirin ku Kolana Ali Emiri 5., Cadeya Rizvan Axa, Kolana Ali Emiri 7. û Kolana Kurt Îsmail Paşa 2. wekî guzergehên alternatîf bi kar bînin.
