Serra Bucak
Ayşe Serra Bucak Kuçuk
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Di sala 1976’an de li Amedê ji dayik bû. Bucak Kuçuk ku bi eslê xwe ji Sêwerekê ye, di sala 1995’an de Lîseya Anadolû ya Cagaloğlu ya Stenbolê qedand.
Di sala 2006’an de li Almanyayê, Zanistgeha Kolnê beşên Ziman û Wêjeya Almanî û Pedagojiyê qedand û mezûn bû.
Di navbera salên 2006 û 2011’an de li Şaredariya Baglarê koordînatoriya Malên Piştgiriya Perwerdeyê kir.
Di salên 2014-2016’an de şêwirmenda Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û endama meclîsê bû. Di navbera salên 2016 û 2022’yan de di qadên mafên zarok û jinan de xebat meşandin. Di sala 2018’an de di nav damezrînerên Komeleya Xebatên Zarokan - ÇocukÇa de cih girt û heyamekê serokatiya wê kir.
Di salên 2022-2023’yan de di nav rêveberiya bajarê Amedê ya Partiya Çep a Kesk de cih girt.
