Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.

Komîsyona Etîkê

Komîteyek etîkê ye ku sepandina prensîbên etîkî dişopîne.

ENDAMÊN KOMÎSYONÊ

· Serok: Muhabbet ERDOĞMUŞ, Cîgira Sekreterê Giştî

· Endam: Emrah ERDAL, Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê

· Endam: Pınar DALKUŞ AYMAN, Şêwirmenda Hiqûqî

· Endam: Özlem TEKİN, Seroka Daîreya Xizmetên Darayî

AGEHÎYÊN TÊKILIYÊ

· Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê: 0 412 229 48 80 Navxweyî (Daxilî): 3601

Ev komîsyon li gorî Zagona bi dîroka 25.5.2004’an û jimar 5176 a bi navê "Zagona li ser Avakirina Saziya Etîkê ya Karmendên Giştî û Guhertina Hinek Zagonan" hatiye avakirin. Armanca wê tespîtkirin û çavdêriya rênimayên reftara etîkî ye – mîna şefafiyet, bêalîbûn, duristî, berpirsyarî (hesabdayîn) û parastina berjewendiya giştî – ku divê karmendên giştî peyrew bikin.

Erk û Wezîfeyên Komîsyona Etîkê

1. Di nav saziyên xwe de bicihkirin û pêşxistina çanda etîkê.

2. Di rûbirûbûna pirsgirêkan de, dayîna şîret û rênasî (rênîşandan) ji bo karmendan li ser pênasên reftara etîkî.

3. Nirxandina pêkanînên etîkê yên di nav saziyên xwe de.

4. Tespîtkirina wan rênimayên reftarê bi rêya rêziknameyên ku dê amade bikin, yên ku divê karmendên giştî di dema pêkanîna wezîfeyên xwe de li gorî wan tevbilivin.

5. Li ser îdiayên binpêkirina rênimayên etîkê, bi serê xwe (re'sen) an jî li ser serlêdanên ku tên kirin, lêkolîn û vekolînên pêwîst kirin û ragihandina encamê ji meqamê têkildar re.

6. Ji bo ku çanda etîkê di qada giştî de bi cih bibe, kirin an jî dakarina xebatan û piştgirîdayîna wan xebatên ku di vê mijarê de tên kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan
Komîsyona Etîkê | Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi