Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.

Qada Desthilatdariyê

Herêma erdnîgarî ya desthilatdarî û berpirsiyariyê ku ji hêla şaredariyê ve tê xizmet kirin.

Wekî ku tê zanîn, qanûn û rêziknameyên derbarê wezîfe û rênimayên Şaredariyên Bajarên Mezin de, di çarçoveya reformên birêvebiriya herêmî de ji sala 2004’an û vir ve ji nû ve hatine birêkxistin. Ev qada wezîfeyê, cihê xwe spartiye Zagona Şaredariyên Bajarên Mezin a bi jimar 5216, a ku di dîroka 10.07.2004’an de hatibû pejirandin û di dîroka 12.11.2012’an de hatibû nûkirin. Bi vê rêkxistina nû re, qada xebatê ya Şaredariyên Bajarên Mezin berfireh bûye, desthilatdarî û wezîfeyên wan zêde bûne; di avahiya rêxistinî û têkiliyên xizmetguzariyê de nûbûnên girîng hatine pêkanîn.

Wezîfe, desthilatdarî û berpirsyariyên şaredariya bajarê mezin ev in:

1. Bi girtina nêrîn û ramanên şaredariyên navçeyan, amadekirina plana stratejîk a şaredariya bajarê mezin, armancên salane, bernameyên veberhênanê û li gorî wan, amadekirina budçeyê.

2. Bi mercê ku li gorî plana birêvebiriya hawirdorê be, di nav sînorên şaredariya bajarê mezin de çêkirin, dakarîn, pejirandin û pêkanîna plana îmarê ya nazim (rênîşander) a di navbera pîvanên 1/5.000 û 1/25.000’î de; pejirandina her guhartin, plana parselasyonê û planên çaksaziya îmarê yên ku şaredariyên navçeyan li gorî plana nazim amade dikin (çi wekî xwe çi jî bi guhartinan) û kontrolkirina pêkanîna wan; her wiha di nav salekê de ji dîroka ketina meriyetê ya plana îmarê ya nazim, heke şaredariyên navçeyan planên îmarê yên pêkanînê û planên parselasyonê çênekin, çêkirin an jî dakarîna wan planan.

3. Çêkirin û dayîna lîsansê (ruxsetê) ji bo planên îmarê yên her pîvanî, planên parselasyonê û her cûre pêkanîna îmarê ya ku ji bo proje, avakirin, parastin û çaksaziyê (tamîratê) yên wezîfe û xizmetên bi zagonan ji şaredariya bajarê mezin re hatine spartin hewce ne; her wiha bikaranîna desthilatdariyên ku bi Zagona Şevnişînan (Xaniyên Bêdestûr) a bi dîroka 20.7.1966’an û jimar 775 ji şaredariyan re hatine nasîn.

4. Dayîna lîsansê û kontrolkirina kargehên ku li ser wan qadan ne ku ji aliyê şaredariya bajarê mezin ve hatine çêkirin an jî tên xebitandin, û kargehên li ser wan qadên ku di bin berpirsyariya şaredariya bajarê mezin de ne.

5. Bikaranîna desthilatdariyên di xalên 69 û 73’yan ên Zagona Şaredariyan de.

6. Çêkirin an dakarîn û pêkanîna plana bingehîn a gihandina bajarê mezin; plankirin û dabînkirina koordînasyona xizmetên gihandin û veguhastina giştî; tespîtkirina jimara taksî û her cûre wesayîtên xizmetguzariyê û veguhastina giştî yên li ser bejayî, derya, av û rêyên hesinî, tespîtkirina bihayê bilêtan, tarîfe, dem û rêgehên (guzergahên) wan; tespîtkirin û xebitandin, daxebitandin an jî kirêkirina cihên rawestgehan û parkên wesayîtan ên li ser rêbejayî, cade, bulvar, kolan, kûçe, meydan û cihên mîna wan; birêvebirina hemû karên ku ji bo rêkxistina trafîkê ya ku zagonan daye şaredariyan hewce dike.

7. Çêkirin, dakarîn, parastin, çaksazî û paqijkirina wan rê, meydan, bulvar, kolan û cadeyên sereke yên ku taxên di nav qada desthilatdariyê de bi navenda navçeyê ve girê didin û birêvebirina xebatên têkoşîna li dijî berfê; danîna berpirsyariyan li ser wan avahiyên ku rûyê wan li van cihan e, li gorî projeyên sêwirana bajêr; tespîtkirina cî, şêwe û pîvanên tabloyên îlan û reklaman; pêkanîna karên navdanîn û nimaredanîna meydan, bulvar, kolan, rê û kûçeyan û nimaredanîna avahiyên li ser wan.

8. Avakirina pergalên agahdariya erdnîgarî û agahdariya bajêr.

9. Li gorî prensîba geşepêdana domdar, dabînkirina parastina hawirdorê, qadên çandiniyê û hewzeyên avê; darçandin (bidarûberkirin); komkirina kargehên nexweşbexş (ên ku zirarê didin tenduristiyê), cihên şahiyê û kargehên din ên ku bandorê li tenduristiya giştî û hawirdorê dikin li cihên taybet ên bajêr; tespîtkirina qadên firotin û depokirina materyalên avahiyê, hesir (hurda), axa hefriyatê, moloz, xîz û kiringan, qadên firotin û depokirina êzing û komirê, û girtina tevdîran da ku di dema veguhastina wan de qirêjiya hawirdorê çênebe; çêkirin an dakarîna plana birêvebiriya bermayiyên hişk a bajarê mezin; ji bilî komkirina bermayiyên hişk li çavkaniyê û veguhastina wan heta îstasyona veguhastinê, bicihanîna xizmetên derbarê ji nû ve nirxandin, depokirin û jinavbirina bermayiyên hişk û hefriyatê, ji bo vê armancê avakirin, davaxistin, xebitandin an daxebitandina tesîsan; birêvebirina xizmetên derbarê bermayiyên pîşesazî û bijîşkî de, ji bo vê avakirin, davaxistin, xebitandin an daxebitandina tesîsên hewce; komkirin, dakomkirin, parzinandin (palaftin) û çêkirina rêziknameyên hewce yên derbarê bermayiyên wesayîtên deryayî de.

10. Dayîna lîsansê û kontrolkirina saziyên nexweşbexş ên pola yekem, di nav de yên têkildarî xwarinê ne jî; avakirin û xebitandina laboratoran ji bo tespît û analîzkirina madeyên xwarin û vexwarinê.

11. Bicihanîna xizmetên zabiteyê (polîsê şaredariyê) li wan qadên ku şaredariya bajarê mezin lê xwedî desthilat e an jî wan bi xwe dimeşîne.

12. Çêkirin, dakarîn, xebitandin, daxebitandin an jî dayîna lîsansê ji bo termînalên rêwî û baran, û parkên girtî û vekirî yên wesayîtan.

13. Çêkirin, dakarîn, xebitandin an daxebitandina navendên civakî, parkên herêmî, baxçeyên ajalan, stargehên ajalan, pirtûkxane, muzexane, cihên werzişê (spor), bêhnvedan û şahiyê yên ku xizmetê ji yekbûna bajarê mezin re dikin; di dema hewcebûnê de, alîkariya diravî, dayîna materyalan û dabînkirina piştgiriya hewce ji bo klûbên werzişê yên amator, organîzekirina pêşbaziyên werzişî di navbera tîmên amator de, dayîna xelatan bi biryara meclîsa şaredariyê ji bo wan werzişkar, rêvebirên teknîkî, antrenwêr û xwendekarên ku di pêşbaziyên navxweyî û navneteweyî de serkeftineke mezin bi dest xistine an jî ketine rêzê/derecê.

14. Di dema hewcebûnê de, çêkirina avahî û tesîsan ji bo perestgehan û xizmetên tenduristî, perwerde û çandê; kirina her cûre lênêrîn û çaksaziya avahî û tesîsên saziyên giştî yên têkildarî van xizmetan û dabînkirina piştgiriya materyalên hewce ji bo wan.

15. Parastina mal û milkên çandî û xwezayî, parastina tevna dîrokî û wan cî û fonksiyonên ku ji bo dîroka bajêr giring in; ji bo vê armancê lênêrîn û çaksaziya wan, û ji nû ve avakirina wan berhemên ku parastina wan ne gengaz e li gorî eslê wan.

16. Birêvebirina xizmetên veguhastina giştî yên di nav bajarê mezin de û ji bo vê armancê avakirin, davaxistin, xebitandin an daxebitandina tesîsên hewce; dayîna lîsansê ji bo wesayîtên veguhastina giştî, di nav de taksî û wesayîtên xizmetguzariyê yên li ser bejayî û deryayê di nav sînorên bajarê mezin de.

17. Birêvebirina xizmetên av û kanalîzasyonê, ji bo vê avakirin, davaxistin û xebitandina bendav û tesîsên din ên hewce; serastkirin (îslahkirina) çeman; firotin û bazarkirina ava kaniyan an jî ava ku piştî parzinandinê tê hilberandin.

18. Tespîtkirina qadên goristanan, avakirin, xebitandin û daxebitandina goristanan û birêvebirina xizmetên wefat û veşartinê (defin).

19. Çêkirin, dakarîn, xebitandin an daxebitandina her cûre halên firotina bi pêkvefiroş/tomerîfiroş û qesabxaneyan (mezbaxeyan); dayîna lîsansê û kontrolkirina hal û selaxaneyên taybet ên ku dê li cihên di plana îmarê de hatine nîşandan werin çêkirin.

20. Li gorî planên ku di asta parêzgehê de hatine çêkirin, amadekirina planên têkildarî karesatên xwezayî û amadekariyên din di asta bajarê mezin de; di dema hewcebûnê de şandina wesayît, amûr û materyalan ji bo herêmên din ên karesatê; birêvebirina xizmetên agirvemirandinê (îtfaîye) û hevkariya lezgîn; tespîtkirina cihên hilberandin û depokirina madeyên teqîner û şewatbar, kontrolkirina xanî, kargeh, cihên şahiyê, fabrîqe û saziyên pîşesaziyê û saziyên giştî ji bo tevdîrên li dijî şewat û karesatên din, û dayîna destûr û lîsansên ku qanûn di vê mijarê de hewce dike.

21. Birêvebirin û pêşxistina her cûre xizmetên civakî û çandî ji bo navendên tenduristiyê, nexweşxane, yekeyên tenduristiyê yên gerok, û her wiha ji bo mezinan, kal û pîran, astengdaran, jinan, ciwan û zarokan; ji bo vê armancê avakirina tesîsên civakî, vekirin, xebitandin an daxebitandina kursên pîşeyî û jêhatîbûnê, û di dema birêvebirina van xizmetan de hevkarîkirina bi zanistgeh (unîversîte), lîseyên pîşeyî, saziyên giştî û rêxistinên sivîl (STK) re.

22. Avakirin, davaxistin, xebitandin an daxebitandina pergalên germkirina navendî.

23. Di dema daxwaza şaredariyan navçeyan de, dabînkirina her cûre piştgiriyê ji bo valakirina (tehliyê) û rûxandina wan avahiyên ku rîska karesatê hildigirin an jî ji bo ewlehiya can û malan metirsiyê (talûkê) çê dikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan