Di rêyên nav bajêr de sînorên lezê ji nû ve hatin sererastkirin
Navenda Koordînasyona Veguhastinê (UKOME) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya ewlehiya trafîkê û pêdiviyên veguhastinê de li hin kolan û bulvaran li gorî cureyên wesayîtan sînorên lezê ji nû ve sererast kirin.
Sînorên lezê yên ku bi biryara UKOME’yê ya di 22’yê Îlona 2026’an de bi hejmara 2026/4-1 hatine diyarkirin, di tabloya li jêr de ne:
Rê / Guzergeh | Otomobîl, kamyonet, mînîbus û panelvan | Motosîklet | barkêş, kamyon, otobûs û tanker | Wesayîtên bo armanca taybet | Traktor |
Firat, Qamişlo, Aram Tîgran û Selahattin Eyyûbî | 65 | 65 | 50 | 50 | 20 |
Mezopotamya, Diclekent, N. Erbakan û Kolana Siweregê | 65 | 65 | 50 | 50 | 20 |
Bulvara Qerejdaxê (Nêbera çerxeya Qantar–Şehitlikê) | 65 | 65 | 50 | 50 | 20 |
Bulvara Mahabadê | 65 | 65 | 50 | 50 | 20 |
Bulvara Elezîz–Urfayê | 82 | 70 | 70 | 82 | 20 |
Rêya Balafirgehê (Nêbera çerxeya Makîne Îqmalê û rêya Mêrdînê) | 82 | 70 | 70 | 82 | 20 |
Nîşe: Ji bo parastina ewlehiya jiyan û mal, bi girîngî ji hemû ajokaran re tê ragihandin ku li gorî cureyên wesayîtên xwe guh bidin sînorên lezê yên diyarkirî, nîşan û lewheyên trafîkê.
