Hevserok Bucak: Divê rêz li vîna gel bê girtin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, di çarçoveya Plana Stratejîk a 5 salan de bi muxtarên Erxenî, Gêlê, Çinar, Çermûg û Çangûşê re hatin cem hev. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew baş dizanin ka 8 salan qeyûman li bajêr aniye çi halî û got, "Divê rêz li vîna gel a hilbijartin û vebijartinê bê girtin."

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gel, keya, saziyên sivîl, hevşaredar û endamên meclîsê, sazî û dezgehên cemaweriyê tevlî amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an bike, li 17 navçeyan civînên xwe didomîne. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn bi muxtarên taxên Erxenî, Gêlê, Çinar, Çermûg û Çangûşê re di 2 hevdîtinên cuda de hatin cem hev. Hevşaredarên Erxenê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldiken, Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu, endamên Meclîsa Şaredariya Gêlê Hacer Kurt û Mahmut Yokuş, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, keya û rêveberên DÎSKÎyê beşdarî civînê bûn. Civîn li Navenda Çand û Kongreyê bi muxtarên tax û gundan re hate lidarxistin.

'Dahatên şaredariyan li vî bajarî nehatin xerckirin'

Di civîna ku keyayên Erxenî û Gêlê jî amade bûn de Hevserok Dogan Hatûn axivî û diyar kir ku 8 sal in li bajêr wesayeta qeyûm heye û dahata rêveberiyên herêmî ji bo bajêr nayê xerckirin. Hatûn destnîşan kir ku butçeyên xizmetên binesaziyê yên wekî rê û avê ku diviyabû biçûya gundan ji bo dewlemendkirina kesekî bi kar anîn an jî sewqî saziyeke din hatin kirin û bi bîr xist ku lêçûnên mijara gotinê di arşîvên wan de hatine qeydkirin û hêdî hêdî van belgeyan ji raya giştî re eşkere dikin. Hatûn diyar kir ku armanca wan ew e ku li bajêr di warê polîtîkaya jinan û çand û hunerê de xebatên girîng bimeşînin û aşkere kir ku ji bo pêşxistina derfetên kar ew ê bi gur û geşî bixebitin.

Muxtar: Navendek li dijî tiryakê ava bikin

Di civînê de muxtaran der barê Plana Stratejîk a 5 salan de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman, li ser pirsgirêkên ava vexwarinê, rê û kanalîzasyonê axivîn û daxwazên weke avakirina navendeke têkoşîna li dijî madeyên hişber û têlkirina goristanan anîn ziman.

Bucak: Em bi nêzîkatiyeke piralî û tevliker tên cem hev

Hevşaredar Serra Bucak di civîna bi muxtarên navçeya Çinar, Çermûg û Çangûşê de axivî û diyar kir ku ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 5 salan ew ê bi hemû dînamîkên bajêr re bi nêzîkatiyeke entegre, piralî û tevilker werin cem hev.

'Divê rêz li vîna gel bê girtin'

Bucak, diyar kir ku qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin û got ku ew baş dizanin ku qeyûm ev 8 sal in li bajarê wan bûye sedema çi û çi. Bucak diyar kir ku di nava 8 salan de pirsgirêkên binesaziya gel mezin bûne û rêyên navçe û gundan ji aliyê muteahîtan ve dane ber gendelî û rantxweriyê û wiha got: “Em ê bi van hemû zehmetiyan zanibin, em ê destê xwe bidin hev û pirsgirêkan çareser bikin. Em li bajarê xwe, em ê bajarê xwe bi rê ve bibin divê em tu bajarê nedin destê qeyûman. Divê rêz li encamên hilbijartinê û sindoqan bê girtin. Em tekez dikin ku girîng e yekrêziya xwe nîşan bidin û dijayetiya xwe bi rêzgirtina îradeya vî gelî ya ji bo hilbijartin û vebijartinê nîşan bidin.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30