Hevserok Hatûn: Gel em anîn vê derê, ancax gel me ji vir daxîne

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dogan Hatûn, di daxuyaniya xwe ya der barê kampanyaya şermezarkirinê ya ku piştî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin de wiha bang li Wezîrê Karên Hundir kir û got: “Tişta we kir sûcê Destûra Bingehîn e. Ji kerema xwe paş ve gav bavêjin û dev ji vî sûcî berdin.”

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, li gel hevşaredarên navçeyan û endamên meclîsê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a Şaredariya Colemêrgê dan û piştgirî dane kampanya şermezarkirina desteserkirina şaredariyan. Hevşaredar Dogan Hatûn di derwezeya Şaredariya Bajarê Mezin de axivî, bi bîr xist ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de wek şaredarên din ên 81 parêzgehan, bi vîna gel hatine hilbijartin û got, "Tu kes ji ezmên nehat xwarê. Em ne memûr in ku ji cihekî hatine tayînkirin. Em hevşaredar û endamên meclîsê ne ku bi vîna gel hatine hilbijartin.”

 'Destûra Bingehîn ji bo her kesî derbasdar e'

Hatun weha axivî:

“Her şaredar û her endamekî meclisê ku bi îradeya gel hatiye hilbijartin tenê xwedî erkekî ye. Beriya her tiştî ji bo parastina bûdceya ku bi bacên van kesan ji bo şaredariyê tê û vê bûdceya parastî pêşkêşî gelê bêguneh bike, bişopîne û bo xizmetgızariya gel bi kar bîne. Partiya me jî ev erk da me. Tu erkên me yên din nînin. Em di rewşekê de ne ku em tenê dikarin xizmeta gel bikin. Divê her kes bi vî rengî bizanibe."

Hatûn bertek nîşanî tayînkirina qeyûmî a ser Şaredariya Colemêrgê da û got, “Ez ji vir bang li Wezîrê Karên Hundir dikim. Ya ku we kiriye sûcê Destûra Bingehîn e, ji kerema xwe paş ve gav bavêjin û dev ji vî sûcî berdin. Têgîna edaletê ne tenê ji bo hinekan derbasdar e, ji bo her kesî derbasdar e. Dadgeha Destûra Bingehîn ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hiqûqî yên hin kesan derbasdar e. Ev ji bo her kesê ku li vî welatî dijî derbas dibe û divê ji bo her kesî bi dadwerî were sepandin.” Hatûn diyar kir ku şaredarî bi îradeya gel tên hilbijartin, tayînkirina qeyûman weke bêhurmetiya li îradeya gel nirxand.

'Mufetîşan wezîfedar bikin'

Hatûn ku xwest li şaredariyên ku qeyûm lê hatine sepandin bila mifetiş bên wezîfedarkirin û wiha dewam kir:

“Ev 8 sal in hema bêje li hemû şaredariyên herêma me û hemû şaredariyên ku partiya me bi dest xistine qeyûm hatin tayînkirin. Ez tenê tiştekî ji te dipirsim. Mufetîşên Dadgeha Muhasebeyê bişînin. Tiştê ku pêbawer xizmet dikin bi belge ye. Tiştên ku me kifş kirine gav bi gav em raya giştî agahdar dikin. Li vir edalet bi sepandina qeyûman xuya nake. Li vir qeyûm ew bûdceya ku divê bikeve xizmeta van kesan, tenê ji alîgirên xwe û burokratên îqtîdarê re, bi meaşê her yekî pênc-pênc, û avakirina avahiyan ji bo saziyên din ên ku budceya wan heye, diyar kiriye. Yanî ti pirsgirêkên gel çareser nebûne. Ger em tenê Amedê ji xwe re mînak bigirin, zêdetirî 1500 gund û gundikên me hene. Ev 8 sal in ti ji wan xizmeta ava vexwarinê, rê û binesaziyê bo nehatiye kirin. Butçeya van şaredariyan ji bo gel e. Ez banga me careke din dubare dikim. Li vir, pratîka pêbawer tenê dibe amûrek ji bo perwerdekirina gel. Lê qeyûmam li vir ji bilî îşkence û zilmê tiştekî din nekiriye. Ger raporên we berevajiyê vê yekê nîşan bidin, raportoran û mufetîşên Dadgeha Muhasebeyê bişînin şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin. Hûn ê fêr bibin ka qeyûm çi û çi dikin. Ger hûn nexwazin mufetîşekî bişînin, nameyeke fermî ji me re binivîsin. Em ê pratîkên pêbawer bi nameyeke fermî ji we re bişînin."

Hatûn bal kişand ser nûçeyên ku di demên dawî de der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tên weşandin û wiha got:

“Rêxistineke çapemeniyê ya ku xwe weke çapemenî û rojnamevana xwe ya têkildar dide nasîn, gotarek nivîsand ku em, hevserok û burokratên me yên şaredariyê dixe bin gumanan. Em dizanin ku pênaseya vê çi ye. Em dizanin ku bi krîmînalîzekirina şaredariyên me û gumanxistina ser hevalên me yên peywirdarkirî amadekariyên qeyûman tên kirin. Ger xemeke we ya wiha hebe deriyê me ji hemû mufetîşan re vekirî ye. Hema bêje hemû burokratên me bi salan e li vê şaredariyê xizmetê didin. Her rêveberî dixwaze bi xebatkarên xwe re bixebite. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Me nexwest bi tu burokratên ku di dema qeyûmî de dixebitin re bixebitin. Ji ber ku ew burokrat mîmarên hemû gendelî û nelirêtiyê ne. Di pêvajoya hilbijartinê de sozên me hene ku me dane gelê xwe. Me got em ê bernameya xwe bi rê ve bibin, û em dixwazin vê soza xwe bi cih bînin."

'Me serlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê kir'

Hatûn bi bîr xist ku ew ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û tenê ji aliyê gel ve dikarin ji wezîfeyê bên bidûrxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Van kesan dengê xwe dan me ji ber ku ji bernameya me hez kirin û ji gotinên me bawer kirin, ne ji bo ku hûn karin qeyûm tayîn bikin. Ger pirsgirêkek ku mimkûn e bibe sûc hebe, Serdozgerên Komarê berpirsiyar û rayedar in. Gazî şaredarî dike, jê re bibêje der barê te de lêpirsîneke wiha heye. Em dixwazin bînin bîra we ku li vî welatî rêgezên nezaketê jî hene. Em meraq dikin ku di saetên serê sibê de kesên bi îradeya gel hatine hilbijartin bi serdegirtina mala wan de çi hurmet heye. Hûn li bendê ne ku em çok bidin, em dizanin. Gel em hilbijartine, ancax em li ber gelê xwe çok didin. Me bi rêya Serdozgeriya Komarê der barê rojnameya pêwendîdar û nivîskara rojnameyê de serlêdana sûc kir. Me ji ber ku li gorî rêgezên exlaqê çapemeniyê tevnegere, li dijî Meclîsa Çapemeniyê serlêdana sûc kir. Gel em anîn vir û tenê gel dikare me ji vir bîne xwarê. Ger sûcekî me yê ferdî hebe em amade ne li pêşberî dadgehê hesabê bidin. Lê belê, qanûnên şaredariyê jî vê yekê dibêjin. Ger şaredarek di nav karekî sûc de be, meclîsa şaredariyê di nav xwe de cîgirê şaredarê nû destnîşan dike, heta ku pêvajoya dadgehê bi dawî bibe. Ez bang li wezîrê rêzdar yê karên navxweyî dikim ku li gorî yasayên şaredariyê tevbigere. Ev biryarên siyasî li ber çavê raya giştî zirarê dide we, ne me. Em we vedixwînin ku li gorî Destûra Bingehîn û qanûnên şaredariyê yên têkildar tevbigerin.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30