Hejmara qurbaniyên şewata li Amedê bû 8

 

Di şewata ku navbera navçeyên Çinar û Şemrexa Mêrdînê derket de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 8an. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn peyama sersaxiyê weşand û ji malbatan re sersaxî xwestin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Di şewata ku duh danê êvarê di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de derketiye û qadeke 66 kîlometroyî şewitî, hejmara miriyan zêde dibe. Gelek welatiyên di şewatê de birîndar bûne li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tên dermankirin.

Navê welatiyên me yên li Amedê jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Ubeydullah Buğdayci, Abdurrahman Buğdayci, İsmail Yardımcı, Remzi Yilmaz, Mazhar Demir, Sînan Deviren, Azad Yilmaz û Taliha Demir.

Hevserokan peyama sersaxiyê weşand

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn ji bo welatiyên jiyana xwe ji dest dane, peyama sersaxiyê weşand.

Hevserokan di peyama xwe de ev tiÅŸt gotin:

“Em êşa xwe parve dikin.

Ji welatiyên me yên ku di encama şewata li herêmeke berfireh a di navbera Çinar û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan rehma Xwedê, ji birîndaran re jî şifaya xêrê û ji kesên ku li dû wan mane jî sebrê dixwazin."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30