Hevserokan malbat bi tenê nehiştin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn beşdarî merasîma cenazeyên welatiyên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, bûn.

Welatiyên di şewata ku di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derketî jiyana xwe ji dest dane, hatin definkirin.

Hevserokên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn, dema ku malbatan cenazeyên xwe ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî, malbat bi tenê nehiştin.

Piştî karên otopsiyê, Hevşaredar bi malbatên ku cenaze wergirtin re çûn gundê Tobîniya û piştî definkirinê tev li merasîma sersaxîyê bûn.

Hevşaredaran sersaxî ji malbatên xemgîn re xwestin û diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin wê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bide malbatan.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30