Hevşaredar li Çinar û Şemrexê beşdarî sersaxiyê bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî sersaxîya welatiyên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, bûn.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên DEM’ê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên DBP’ê, Parlamenterên DEM’ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê û Mêrdînê û hevserokên şaredariyên navçeyên Amedê, Çinar û navçeyên Mêrdînê çûn serdana malbatên kesên ku di şewata ku di navbera taxên Çinar û Şemrexê de derketibû de jiyana xwe ji dest dabûn.

Di destpêkê de hevşaredar çûn serdana Navçeya Yucebax a navçeya Şemrexa Mêrdînê, çûn serdana malbatan û sersaxî li wan da.

Piştre jî hevserok derbasî taxên Tobînî û Ayçîçek ên Çinarê bûn û li vir bi malbatan re hevdîtin kirin û sersaxî ji wan re xwestin.

Şaredariya Amedê welatiyan bi tenê nahêle

Ji aliyê din ve Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriya welatiyên ji şewatê zirar dîtine didomîne.

Ekîbên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştevaniyê ava fêkiyan û vexwarinên din pêşkêşî welatiyên li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Saziya Tiba Edlî li benda xizmên xwe ne. Her wiha li Nexweşxaneya Lêkolînê li xizmên nexweşan xwarin hat belavkirin.

Piştgiriya ambûlansê tê dayîn

Dema ku ambûlans ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ve ji Saziya Tiba Edlî re tê veqetandin, ji xizmên nexweşan re bi du mînîbusên ku bi xizmetên piştgiriyê ve girêdayî ne, xizmetên hatûçûnê tên kirin.

Piştgiriya madî tê dayîn

Midûriyeta Xizmetên Piştevaniyê li gorî daxwaz û hewcedariyên taxên ku ji ber felaketê bandor bûne desteka madî da.

Di vê çarçoveyê de 100 kursî, 30 maseyên qehweyê, 2 klîmayên jûreya rûniştinê û cemidandereke kûr radestî gundê Tobînê hat kirin. Ji Taxa Yazçîçekê re 210 kursî, 8 kon, 3 fanos, xwarin û malzemeyên paqijiyê hatin şandin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30