Tedawiya heywanên ji şewatê hatin xilaskirin dewam dike

Tedawiya ajalên di şewata navbera Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de şewitîn, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve, li Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Heywanan berdewam e.

Şaredariya Bajarê Mezin bi 6 wesayitên agirkujiyê û 60 xebatkaran di hewara şewata ku li qadeke 66 kîlometreçargoşe da ber xwe çû. Piştî şewat hat vemirandin ji bo dermankirina heywanên ku di şewatê de birîndar bûbûn Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyona Heywanan a Midûriyeta Karên Tenduristiyê seferber bû.

Heywanên birîndar hatin dermankirin

Li gorî daneyên Rêveberiya Karûbarên Tenduristiyê, gelek dewar û pez û cureyên curbecur ên jiyana xwezayê ku beşeke girîng a jiyana suriştî ne, jiyana xwe ji dest dane.

Di dema ku xebatên vemirandina şewatê didomin, 2 beytar, 3 karkerên zeviyê, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wan û Mêrdînê û Zanîngeha Dîcleyê beşdarî xebatên hewarçûnê bûn. Ekîban li qada şewatê gelek heywan derman kirin. Piştî midaxeleya ewil heywanên ku birîndar bûbûn sewqî Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Heywanan hatin kirin û digel ekîbên Şaredariya Beşîktaşa Stenbolê hatin dermankirin.

'Dermankirina 11 sewalên birîndar dewam dike'

Gerînendeyê Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê Jêhat Altun, diyar kir ku wan wek Midûriyeta Tenduristiyê ji kêliya ewil ve midaxaleyî qadê kirine û diyar kir ku wek Navenda Lênêrîna Heywanan tevî ekîbên xwe heywanên birîndar bi kordînasyona Odeya Veterînerî ya Amedê, Rêveberiya Parêzgeha Çandiniyê û Zanîngehê derman kirine û Altun wiha got: “Di roja ewil de 7 pez û 4 bizin bi tevahî 11 heywanên birîndar birin mala lênêrînê û tedawiya pêwîst hat kirin. Roja din ji bo derzîlêdana tetanosê şandin Stenbolê. Di roja duyemîn de ekîbên Şaredariya Beşîktaşê çûn herêma ku şewat derketiye. Li wir dermankirina pêwîst a pez û dewaran hat kirin." Altun, diyar kir ku ji herêma ku şewat derketiye 11 sewalên din jî di nav de hespek anîne û got ku tedawiya van sewalan li mala lênêrînê dewam dike. Altun destnîşan kir ku piştî tedawiya wan biqede ew ê heywanan li xwediyên wan vegerînin.

Şaredariya Beşîktaşê bi Mobivetê re beşdarî xebatan dibe

Ekîbên Şaredariya Beşîktaşê yên ku piştgiriyê didin ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di nav xebatan de ne. Bijîşkê Şaredariya Beşîktaşê Ozgur Karadenîz, diyar kir ku di roja sêyemîn a şewatê de bi Ambûlansa Heywanan a Mobivet hatine Amedê. Karadenîz weha got, “Em ji bo dermankirina sewalên ku ji ber karesata şewatê bandor bûne, li vir in. Îro roja me ya çaremîn e ku li qadan e. Mixabin heta niha bi sedan pez mirar bûye, em tevî vê jî ligel ekîbên vir dermankirina yên mayî li Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê didomînin. Di heman demê de xebatên me bi hev re li qadan berdewam dikin. Em her roj li herêma agir in da ku bûyerên sivik li binecihî derman bikin. Em ji ber mêvanperwerî û hesasiyeta wan spasiya xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikin."

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30