Hevserokan cejna xebatkarên DÎSKÎyê pîroz kir

HevserokênŞaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê kirin û cejna xebatkaran pîroz kirin. Hevserok Bucak bal kişand ku di hefteyên dawî de krîza avê di bin kontrolê de ye û ji bona vê spasiya xebatkaran kir.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Cejna Qurbanê bi pêşwazîkirina xebatkaran li avahiya sereke ya Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê pîroz kirin. Hevserokan daxwaz kirin ku Cejna Qurbanê ji bo hemû Amediyan bibe sedema aştî û aramiyê. Di pîrozbahiyê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû, cîgirên rêveberên giştî û serokên daîreyan jî amade bûn.

Hevserok Bucak: Mehên havînê di warê bikaranîna avê de girîng in

Hevserok Serra Bucak di ziyareta cejnê de xîtabî xebatkaran kir û diyar kir ku bajar bi guherîna avhewayê germtir dibin û wiha got: "Dibe ku DÎSKÎ piştî îtfaiyeyê yek ji yekîneyên herî girîng e ku divê em herî zêde girîngiyê bidinê." Bucak bal kişand ser girîngiya demsala havînê di warê bikaranîna avê û teserûfa avê de û ji ber keda xebatkaran spasiya xebatkaran kir.

'DÎSKÎ li ber çavê civakê ye'

Hevşaredar Bucak, diyar kir ku qada xebatê ya DÎSKÎyê zehmet e û got ku DÎSKÎ ji ber qutbûna avê û abonetiyê timî li ber çavê gel e. Bucak da zanîn ku bi taybetî dixwazin feraseta ku bi desthilatdariya 8 salan a qeyûm re derketiye holê bê şikandin û got, “Em niha dixwazin ev guhertin û veguhertin pêk were. Me ev yek di mehên ewil de wek dewreyeke veguhêz binav kir, lê me ev pêvajoya veguhêz temam kir."

'Tişta exlaqî tenê xizmeta gel e'

Bucak bang li her kesî kir ku zêdetir xwedî li keda xwe derkevin û diyar kir ku yekane tişta ku ji bo wan prensîb û exlaqî ye xizmeta vê gel û civakê ye. Bucak got, "Baweriya me hemûyan heye ku em ê li vir bi vê yekîtiyê, bi vê hişmendiyê û bi vê berpirsyariyê bixebitin."

'Karmendên me bi şev û roj dixebitin'

Hevserok Bucak destnîşan kir ku pêwîstiya bajêr bi xwedîderketin û xudanîlêkirinê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Krîza avê ya hefteyên dawî hat kontrolkirin. Em spasiya hevalên ku li vir ked dane dikin. Xebatkarên me bi şev û roj bê xew di yekîneyên xwe de derbas dibûn, di dewreyê de dixebitîn. Bi vê rêveberiyê, bi vê aîdiyet û nasnameyê em ê 5 salan bi we re bixebitin ku vî bajarî pêş bixin."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30