Civîna Tenduristî û Ewlehiya Kar hat lidarxistin

Lijneya Koordînasyona Tenduristî û Ewlehiya Kar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîna xwe ya ewil a sala 2024an li dar xist.

Lijneya ku di sala 2016an de wek Lijneya Tenduristî û Ewlehiya Kar (OHS) hat avakirin, lê di sala 2020an da wek Lijneya Koordînasyona OHS ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat guherandin, yekemîn civînên xwe yên salane li dar xist. Civîna ku bi serokatiya Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk li avahiya teniştê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerrîn Turk, Reşat Bakan, Aziz Ozdogan, serokên daîreyan, pisporên ewlehiya kar, bijîşkê kar, pisporê parastina sivîl, çavkaniyên mirovî, rêveberên şaxê û nûnerên Personnel A.Şyê beşdar bûn.

Di civîna ku der barê Rêgeznameya Navxweyî ya Tenduristî û Ewlehiya Kar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de agahî hatin dayîn, ji başkirina rewşa fizîkî ya avahiyê û dirêjkirina wê bigire heta kontrolkirina malzeme û alavên ku di kargehê de tên bikaranîn, ji bicîkirina karmendan çareserkirina gelek pirsgirêkan biryar hatin girtin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30