Hevşaredarên ku keştiyên Gêlê kontrol kirin: Divê em ava vexwarinê paqij bihêlin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ku bi xwediyên keştiyan re li Gola Bendava Dîcle ya navçeya Gêlê hatin cem hev, diyar kirin ku keştiyên sotemeniya fosîl avê qirêj dikin û gotin, "Divê em ava vexwarinê ya 2 mîlyon mirovî paqij bihêlin." 

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun çûn navçeya Gêlê û keştiyên di Gola Bendava Dîcleyê de dixebitin kontrol kirin. Tevî Hevşaredaran endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn. Hevşaredaran bi xebatkarên keştiyan re hevdîtin kirin û daxwazên wan guhdar kirin û ji bo paqijiya gol û derdora wê hişyarî dan. 

Hevşaredar: Mazota fosîl gola bendavê qirêj dike

Hevşaredaran diyar kirin ku keştiyên sotemeniya fosîl gola bendavê qirêj dikin û destnîşan kirin ku divê ava vexwarinê ya 2 milyon welatiyên bajêr paqij bihêlin. Hevşaredaran diyar kirin ku divê keştî ji sotemeniya fosîlê derbasî enerjiya nûjen bibin. 

'Em ê hin tedbîran bigirin'

Hevşaredaran destnîşan kir ku ji paqijiya gola bendavê bigire heta ewlekariya wê ji her tiştî berpirsyar in û destnîşan kirin ku xwediyên keştiyan ji bo geştiyaran baldar bin û destnîşan kirin ku ew ê hin tedbîran bigirin.

Hevşaredaran serdana esnafên li qeraxa gola bendavê jî kirin û xwestin ji bo maseyên ku li qeraxê golê hatine danîn, rêgez bên çêkirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30