Hevşaredaran serdana DTSO'yê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) kir. Hevşaredar li gel Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk û endamên meclîsê ji aliyê Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Seroka Meclîsa DTSOyê Nevîn Îl û endamên rêveberiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredaran bi Serokê DTSOyê Kaya û endamên desteya rêveber re yek bi yek hevdîtinek pêk anîn. 

Hevşaredaran ji ber qebûlkirina wan spasiya Serokê DTSOyê Kaya û endamên lijneyê kirin. 

Serokê DTSOyê Kaya katalogek bi prestîj ku çand, tûrîzm û dîroka Amedê vedibêje pêşkêşî Hevşaredaran kir.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30