DÎSKÎ: Ava me ya vexwarinê paqij e û bi rihetî tê vexwarin

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Şerîfoglu, diyar kir ku îdiayên ku dibêjin ava vexwarinê dibe sedema nexweşiyên epidemîk ne rast û bi qestî ne û got, "Ava me ya vexwarinê ya ku rojane tê analîzkirin, saxlem e û ji aliyê hemû welatiyên me ve bi dilrehetî dikare were vexwarin. "

Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) Mehmet Şerîfoglu, der barê îdiayên bêbingeh ên rojên dawî yên der barê ava vexwarinê de hatin kirin, daxuyanîyek da. Şerîfoglu destnîşan kir ku îdiayên ku dibêjin şebekeya ava vexwarinê dibe sedema nexweşiyên epîdemîk bi qestî û bi zanebûn têne belavkirin û ev operasyoneke kelevajîkirina rastiyê ye ku armanca wê xerakirina aramiya welatiyan û têkelkirina hişê wan e.

'Çênabe zêdebûna nexweşiyên demsalî bixin stûyê DÎSKÎyê‘

Şerîfoglu da zanîn ku wek Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo ku li her devera bajêr ava paqij bigihînin nêzî 2 milyon kesî, wan veberhênan kirine û bi hemû yekîneyên xwe 24/7 xizmetê didin û wiha got: “Çi pê nevê ku qalîteya ava me bêpêaxêv e. Em avê bi 2 dergehên palandinê yên cuda dixin û welê pêşkêşî welatiyan dikin. Ji aliyê Laboratûwara Tenduristiya Gel a Amedê û laboratûara me ya palandinê ve av cuda cuda tê kontrolkirin. Ji ava vexwarinê ya li ber destê welatiyan rojane nimûne têne girtin û bi analîza pîvana kalîteya avê ve nirxandin li ser têne kirin. Ava me ya vexwarinê; Bi hemî standardên kalîtedar re têt pişkinîn. Îdiayên ku di hin dezgehên çapemenî û medyaya civakî de der barê şewba ku her sal di van mehan de zêde dibe, bi tevahî bêbingeh in û rastiyê nîşan nadin." 

'Laboratûwara Tenduristiya Gel jî lêkolîn dike'

Şerîfoglu diyar kir ku di encama lêkolîn û analîzên ku li Laboratûwara Tenduristiya Gel a Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgeha Amedê hatine kirin de ji aliyê mîkrobiyolojîk û kîmyewî ve ti bandorên neyînî nehatine dîtin.

'Di nav ava me de daneyên ku tenduristiya mirovan tehdîd bike tune ye'

Şerîfoglu diyar kir ku ekîb rojane li gelek deverên bajêr pîvana klorê dikin û got, “Di pîvandina klorê de heta niha tu pirsgirêk derneketine. Em hefteyê carekê ji hemû embarên xwe nimûneyan werdigirin. Em li ser van nimûneyan analîzên kîmyewî û bakterîolojîk dikin. Analîzên ava vexwarinê ya ku li Tesîsa Me ya Palandina Ava Vexwarinê tê dermankirin û ji bajêr re tê dayîn, her roj li ser malpera me têne weşandin. Herweha di nav ava me de ne qirêjiya bakterî û ne jî kîmyewî heye.”

 'Divê 6 mehan carekê depoyên avê bên paqijkirin'

Şerîfoglu bal kişand ser wê yekê ku tankên ava vexwarinê bi taybetî yên li xaniyan tên bikaranîn divê 6 mehan carekê bên paqijkirin û wiha got: “Paqijkirin, temîrkirin û paqijkirina saziyên cemaweriyê yên wekî dibistan, nexweşxane û depoyên veqetandî yên apartman, şûnwar û avahiyên hukmî bi temamî berpirsyariya saziyan e. Divê 6 mehan carekê ji aliyê rêvebiriya van saziyan ve lênêrîna pêwîst bê kirin. Qirêjiya avê ya ku ji ber nepakkirina tangên li avahî, apartman û mekanên cemaweriyê çêdibe ne berpirsiyariya DÎSKÎyê ye.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30