Xebatên binesaziya Komelgeha Demetê a Çermûgê bi dawî bûn

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya projeyên ku li taxên gundewarî tên kirin de xebatên binesaziyê yên li Komelgeha Demetê a navçeya Çermûgê bi dawî kir.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo pêdiviyên binesaziyê yên navenda bajar, navçe û taxên gundewarî bi cih bîne xebatên xwe didomîne.

Ekîbên DÎSKÎyê ji bo ku ava kanalîzasyonê bi awayekî saxlem were berhevkirin û bi awayekî ku zirarê nede hawirdorê, li Komelgeha Demetê ya li gundê Tepe ya navçeya Çermûgê ku şebekeya kanalîzasyonê lê tune ye, xebatên kanalîzasyonê temam kirin.

'Em li gorî hewcedariyên binesaziyeke nûjen ava dikin'

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglu destnîşan kir ku ji bo xizmeteke bi kalîtetir ji welatiyan re bê dayîn, ew hewl didin li navenda bajêr û taxên gundan bi fedakarî bixebitin.

Şerîfoglu got, "Ji bo li gorî hewcedariyên navenda bajar, navçe û taxên gundewarî sîstemeke binesaziya modern bê avakirin û ava vexwarinê ya têr, bikêrhatî û bênavber dabîn bikin, em veberhênanên binesaziyê bênavber didomînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30