Rêyên ketin û derketina bajêr hatin paqijkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Kampanyaya Paqijkirina Amedê de ketin û derketina bajêr paqij kir.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê di çarçoveya Pêngava Paqijkirina Amedê de xebatên xwe yên paqijiyê li tevahiya bajêr didomîne. Midûriyetê bi ekîbên şaredariyên navçeyan û Midûriyeta Giştî ya Rêwbaran ve li nuqteyên ketin û derketina Amedê paqijiyeke berfireh kir. 

Di xebatên ku bi 30 xebatkar û 12 wesayîtan hatin destpêkirin de çopên ku li kêleka rêyan ji girêka Seyrantepe ya li ser Rêka Rihayê heta Qereqola Pîrînçlîkê, ji Xaçerêya Qantarê ya li ser Rêka Mêrdînê heta Taxa Çaroxiyê hatin komkirin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê dê li gel şaredariyên navçeyan û ekîbên Midûriyeta Giştî ya Rêwbaran xebatên paqijkirina rêya Elezîz û Farqînê bidomîne.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30