Hevşaredaran bi siwariya li komsiwarkan dest bi xebatê kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dest bi karûbarê dawiya heftiyê kirin û bi siwarbûna li otobusên taybet ên gel dest bi kar kirin. Hevşaredaran der barê kartên bêpere, gerok û klîmayê de ajokarên otobusan hişyar kirin.  

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo bernameyên ku dê beşdar bibin îro otobusên çûnûhatinê yên gel bi kar anîn. Hevşaredar Bucak li Taxa Dunya ya navçeya Kayapinarê li otobusên gel ên taybet, li Xaçerêya Otogarê jî Hevşaredar Hatun li otobusên gel ên taybet siwar bûn. Di vê demê de Hevşaredaran kontrol kir ku şofêr derbarê qertên bêpere de ti pirsgirêk derdixin an na, gerok di nav wesayitan de girtine yan na, klima hatine vekirin an na. 

Hevşaredar Bucak: Divê 2 kooperatîf bibin yek

Hevşaredar Bucak ku bi welatiyan re sohbet kir û daxwazên wan guhdarî kir, bi bîr xist ku otobusên giştî yên taybet di heyama qeyûman de hatin daxistin û got ku wan bi du kooperatîfên cuda yên otobusan re li ser giliyên ku hatine kirin hevdîtin kirine. Bucak, destnîşan kir ku divê her du kooperatîf xwe bikin yek û destnîşan kir ku li ser giliyê otobusên ku li gorî rêgezan tevnagerin, wan tedbîrên hiqûqî girtin. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku kooperatîf di çareserkirina pirsgirêkan de israr dikin û diyar kir ku ew her tim di bin çavdêriya xwe de ne û ji bo çareserkirina pirsgirêkê dê xebatên xwe bidomînin.  

Bucak destnîşan kir ku  heqê vî gelî veguheztineke giştî ya rehet û pêbawer e û got ku ew ê bi otobusên nû yên ku dê bikirin fîloya xwe xurt bikin.

Ji bo bernameyên paşê jî otobus hatin bikaranîn

Hevşaredar piştî tevlî bernameya ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê û xizmên windayan ve li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu hat lidarxistin bûn, dîsa bi wesayîtên gel re kontrola xwe berdewam kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30