Ekîbên Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, lêgerîna Narîn Guran (8) ya ku 6 roj in winda ye berdewam dikin.
Lêgerîna Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li gundê Çulo ya navçeya Baxlara Amedê piştî ji Qursa Qur'anê derket careke din agahî jê nehat girtin, di roja 6emîn de berdewam dike.
Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li qadeke bi qasî 50 kîlometreyî di navbera taxên Çulo û Xerabêkurdan de qenalên avdanê û qenalên yêdek kontrol dikin.
Ekîb bi şev û roj xebatên xwe yên lêgerînê didomînin, li aqar û beyaran digerin û li co û qenalê lêgerîna di binê avê de dikin.