Hevşaredar beşdarî hewariya ji bo Narîn Guranê bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana sersaxiya ji bo Narîn Gurana 8 salî ya ku ji aliyê saziyên jin û zarokan ve li Parka Koşuyolu hatiye danîn, kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn Parka Koşuyoluyê, konê sersaxiya ku ji aliyê saziyên jin û zarokan ve ji bo Narîn Gurana 8 salî ya li gundê Çûlîya navçeya Baxlarê hatiye kuştin hatiye danîn, ziyaret kir. Di merasîma sersaxiyê de ku parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM), hevşaredarên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn, wêneyên Narîn Guranê hatin hilgirtin. Di merasîma sersaxiyê de Hevserokan bi nûnerên saziyên sivîl re sohbet kirin.

Hevşaredar Bucak: Nobeda Edaletê wijdanê hevpar ê gel e

Hevşaredar Bucak di merasîma sersaxiyê de ku ji bo Narîn Guran daxwazên edaletê hatin gotin, axivî û diyar kir ku xwedîderketina li hewariyê gelekî girîng e û tişta ku di pêşengiya rêxistinên jin û zarokan de dest pê kir, wijdanê hevpar e û berpirsiyariya gelê Amedê ye. Bucak destnîşan kir ku ji bo cenazeyê Narînê li gundê Çûlî neyê definkirin gelek pêşniyar hatine kirin û ev yek jî bo keça 8 salî ya mexdûr giring e, lewra cihê wê ne li gund, li gorî pêşniyarên saziyên bajêr ji aliyê rêxistinên jin û zarokan ve hat birêvebirin.

'Divê lêkolîneke rast bê kirin'

Bucak anî ziman ku ew ji ber qetilkirina Narînê gelekî xemgîn in û wiha got: “Em bang li hemû rayedarên Nobeda Edaletê dikin. Divê lêkolîneke rast bê kirin. Em dibêjin berpirsyarê vê bûyerê kî be divê bi berfirehî bê lêkolînkirin û edalet pêk were. Çima em binê vê yekê xêz dikin? Mixabin li vî welatî em bi wê yekê re rûbirû ne, ku kêmasiya dadmendiyê heye, yasa nayên cîbicîkirin û dema ku behsa kuştina jin û zarokan tê kirin, hemû civak li hev kom dibe û razî dibe ku vê yekê nixumîne. Em vê rastiyê red dikin. Rastiya me ew e ku zarokên me di hawîrdoreke demokratîk de mezin bibin û mafên xwe yên ji zarokbûna xwe bijîn. Em zîhniyeta ku jiyanê dikuje û zarok û jinan dikuje red dikin. Dema ku em banga civakeke demokratîk û exlaqî dikin, îro em bi hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk re vê bangê dikin ku êdî bila ne tu Narîn bên qetilkirin, ne jî tu zarok û jin bên qetilkirin. Em ê bi vê razî nebin, ji bo ev lêpirsîn bi rêk û pêk bi rê ve bibe, bi hemû pêkhateyên demokratîk ên şaredariyên bajar û navçeyan re, em ê pêvajoya pêş bişopînin. Bila tu Narînên din nemirin. Ji bo avakirina civakeke ku mafê jiyanê yê zarok, jin û hemû zindiyan diparêze em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Bang li xelkê bajêr dikin

Bucak diyar kir ku divê gelê bajêr Nobeda Edaletê ji bo banga jiyana demokratîk û adil tenê nehêle.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30