Hevşaredar Hatun: Av û axa me têra me hemûyan dike, divê em wan biparêzin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, li gundê Koxê ya Pasûrê bi welatiyan re civiya û diyar kir ku ew ê li dijî lêgerîna madenê av û axê biparêzin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê bi serdana tax û gundan re hevdîtinên xwe yên bi welatiyan re didomînin. Hevşaredar Dogan Hatun çû serdana gundê Koxê yê navçeya Pasûrê. Di serdana Hevşaredar Hatun de Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Murat Îpek, Hevşaredarê Baxlarê Siraç Çelîk û Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn jî amade bûn.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê bi serdana gundan re hevdîtinên xwe yên bi welatiyan re didomînin. Hevşaredar Dogan Hatun çû serdana gundê Koxê yê navçeya Pasûrê. Hevşaredar Hatun ku li pirsgirêkên gundiyan guhdarî kir, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo çareseriya pirsgirêkên welatiyên li taxên gundewarî dijîn, dixebite.

'Divê em ava xwe biparêzin'

Hevşaredar Hatun bertek nîşanî lêgerîna madenê ya ku tê plankirin li herêma bi navê Hewza Kasorê ku taxên Kakvasê, Koxê, Tîyaksê, Arxadîn û Xoroçê lê ne, da.

Hevşaredar Dogan Hatun der barê lêgerîna madenên neqanûnî de ev tişt anî ziman: "Îro bi rêbazên qirêj dixwazin dest deynin ser axa me. Me ev bang li gelê xwe yê li hemû navçeyên Amedê kir: Av û axa me besî me hemûyan e. Dema em av û axa xwe biparêzin, ew têra 10 welatan jî dike. Li hemû gundên dorhêlê bifikirin, ava çemê Dîcleyê bes e ji bo bi hezaran mirovî. Bi hezaran salan ez bawer dikim ku ger em li vê xwezaya paqij xwedî derkevin, wê mirovahî bi hezar salan jê sûd werbigire.”

'Divê raya giştî bi vê mijarê rabe'

Hevşaredar Hatun bi bîr xist ku ew jî endezyarê madenê ye û got, "Îro hatin û gotin wê li vir madenê derxin. Wateya wê çi ye? Baş e. Çi hewce dike, bi kîjan rêbazê û li ku derê, maden lazim e em dizanin. Li gorî qanûnan li 81 parêzgehan deverên serçaviya avê ne, çênabe xebatên madenê lê bên kirin. Ew xebat vê dewlemendîya avê qirêj dike. Em bi Komele û bi gelê Tiyaksê re axivîn.”

'Em mafdar in, em ê axa xwe biparêzin'

Hatûn, “Xweza ne tenê ji bo mirovan e. Xweza tê wateya xwedîderketina li dar û kêzikên bin axê jî" weha got û xaftina xwe weha domand:

"Em ne qels in, bila tu kes netirse, em bi hêz in. Ger hewce bike em ê xwîna xwe birijînin, lê em nahêlin ew şîrketên madenê bikevin vê axê. Riyan çêdikin, dibêjin dê leşkeran bînin. Ewan leşker birin Hesenbînê jî. Çi bû? Qet. Çimkî em mafdar in. Îja ew ê werin axa me dagir bikin, ew ê mezin bibin û em ê tune bibin."

'Herêm ji bo turîzmê guncaw e'

Hevşaredar Hatun bal kişand ku herêm ji bo turîzmê guncaw e û wiha axivî: "Çima tenê li kanzayan difikirin, çima li turîzmê nafikirin? Çend cihên Tirkiyeyê xwedî xwezaya wisa xweş in? Werin reklamê bikin bila turîst werin, hûn ê bi qasî ku hûn ji kanzayê bi dest bixin, hûn ê pereyan qezenc bikin."

'Lêgerîna madenê ya li ser çavkaniyên avê bi qanûnê qedexe ye'

'Em ê hemû pirsgirêkan gav bi gav çareser bikin'

Hevşaredar Hatun diyar kir ku wan bi serdana taxên herêmê civîn pêk anîne û diyar kir ku ew ê li dijî şîrketên madenê bisekinin. Hevşaredar Hatun axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li ser çavkaniyên avê karê kanzayê nayê kirin, ev yek di hemû qanûnan de qedexe ye. Ev 8 sal in kesî silava Xwedê li van gundan nekiriye. Lê em li vir in û em ê her li vir bin, em ê soza xwe ya di hilbijartinê de dayî bi cih bînin. Em ê hemû pirsgirêkan gav bi gav çareser bikin. Niha em ê di nava 5 salên pêş de hemû pirsgirêkên wan çareser bikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30