Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, diyar kirin ku di 5 meh û nîvê desthilatdariya xwe de wan çakkirina xisarên 8 salên qeyûman kir û gotin ku niha, tevî hemû astengiyan, ew ketine qonaxeke ku ew ê karibin li gorî Plana Stratejîk xizmetên temam pêşkêş bikin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di bernameya "Hevdîtina Çapemeniyê" de ku li Qesra Îskenderpaşa hat lidarxistin, xebatên xwe yên 5 meh û nîvê desthilatdariyê nirxandin. Di hevdîtinê de, Hevberdevkên Meclisê Emine Akin û Abdulselam Înceoren, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, serokên daireyan, endamên meclisê û gelek rojnamevan beşdar bûn.
Destpêk, bi nîşandana vîdyoyeke ku xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ên ji hilbijartinê vir ve dihewîne hat kirin.
Hevşaredar Bucak: Di 5 meh û nîvê de me xisar çak kirin
Hevşaredar Bucak di hevdîtinê de axivî û got ku nirxandina 5 meh û nîvê ne hêsan e, bajar demeke dirêj bê şaredarên hilbijartî û meclis man, wan 5 meh û nîv wek çêkirina xisareke giran nirxandin. Bucak anî ziman ku piştî 8 salan xisarên derketî holê hatin tespîtkirin û dest bi çêkirin û tamîrkirina wan kirin û wiha got: "Me dest bi karê çêkirin, temîrkirin û nûkirina avahiyên xizmetê yên şaredariyê, avahiyên pêvek, Sumerpark, navenda çand û kongreyê, zarokistan û xwendingehên xwendekaran û cihên geştûguzariyê kir. Di 8 salan de li van deran mixek jî nehatiye lêdan. Ji aliyekî ve em van tamîr dikin, ji aliyê din ve di 3-4 mehên dawî de me bi dinamîkên bajêr re gelek civînên 'Komên Fokusê' pêk anîn ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 5 salî. Me Plana Stratejîk a ku me amade kiriye di Meclisê re derbas kir. Em ê heta dawiya Îlonê bûdceya xwe ya 2025an di encûmena daîmî re derbas bikin. Ji vir û pê ve, em ê bi Plana Stratejîk û bûdceya xwe ya ku em ê çi karibin bikin, bi awayekî berbiçav, şefaf û bi hûrgilî bi gel re parve bikin."
'Ez ji payîzê gelek hêvîdar im'
Bucak anî ziman ku karên berê, karên ku wan wergirtine, hinekî çêkirin û tesbîtkirina wan bû û wiha dewam kir: "Ji vir û pê ve, em pêşwaziya pêvajoyeke ku em ê bi hev re bi aqilekî kolektîf li gorî pêşîne û pêdiviyên bajêr biryar bidin dikin. Ji ber vê yekê ez ji payîzê gelek hêvîdar im. Payîz kêf û hêviyê dide me. Me havîn li paş xwe hişt. Bi vî awayî me zivistana pêş me, 4 sal û nîv, xebateke bi gavên pêbawer bi gelê Amedê re danîn pêşiya xwe. Me beriya hilbijartinan gotibû; em dixwazin bûdceya gel, çavkaniyên şaredariyê ji bo xebatên ku dê bi kêrî gel bên xerc bikin. Em dixwazin hesabê hemû van xerciyan, qelem bi qelem, quruş bi quruş bidin. Em li pey vê gotinê ne. Em dixwazin vê gotinê mezintir bikin, bigihînin xaleke beşdar û şefaf."
Hevşaredar Hatun: Em ketin qonaxeke ku em ê karibin biguhezînin xizmetê
Hevşaredar Dogan Hatun jî anî ziman ku di serdema berê de pergaleke li ser bingeha xizmetnekirinê hatibû avakirin û wiha got: "Ez dixwazim behsa beşa çavkaniyên mirovî bikim, dema plansaziyek tê kirin, bi tenê bi bûdceyê nayê plankirin. Divê tîmên ku vê bûdceyê bi cî bînin jî bi awayekî rast bên organizekirin, divê bi ruhê tîmekê, bi xebateke ku aştiya kar a hundir esas bigire, xizmet bê kirin. Mixabin serdema berê ev çîrok kişandibû xaleke bi tevahî cuda. Di serdema berê de şaredarî ne cihê xizmetkirinê bû, lê pergalek li ser bingeha çawa xizmet neyê kirin hatibû avakirin û mixabin ev bûbû adetek. Me ji hemû 24 daîre û DÎSKÎ jî tê de, ji hevalên kedkar ên ku em ê karibin bê lê-belê temambûyî jê sûd wergirin, heta astên rêveberiyê, xebateke me ya derbarê peywirdarkirina cihê herî rast a hemûyan heye. Ev pêvajoya temamkirinê, bi pejirandina Plana Stratejîk re, êdî em ketin qonaxeke ku em ê karibin bi keda xwe, bi plana xwe, bi bûdceya xwe wek tevahiyekê biguhezînin xizmeteke temambûyî."
'Wezaretê nehişt em îhaleya wê bikin'
Piştî axaftinan, Hevşaredaran bersiva pirsên rojnamevanan dan. Hevşaredar Hatun bersiva pirsa "Di qada xizmetê de qada ku we herî zêde zorî kişand kîjan qad bû?" da û wiha got: "Bêguman paqijî. Hin awayên tevgerê, çi spekûlasyonên hundir, çi jî karên provokatîf ên derve, mixabin di van çend mehan de qada ku em herî zêde tê de rastî pirsgirêkan hatin qada paqijiyê bû. Paqijî di bin berpirsiyariya şaredariyên navçeyan de ye. Di bin berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin de sê riyên sereke hene, lê me jî xwest bi xebatkarên xwe re îhaleyê ji bo pirsgirêka paqijiyê ya li bajêr bikin. Me hemû kuçe û kolanên sî metre û jor ên li bajêr xistin bin kontrola şaredariya bajarê mezin. Me xwest kontrola paqijiyê bixin destê xwe, lê Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Îqlîmê giştînameya tedbîrên tasarufê wek dîwar li pêşiya me danî û asteng kir ku em îhaleyê bikin. Ji ber ku xebatkarên ku qeyûm girtibûn karê xwe hêdî kirin, mixabin li bajêr pirsgirêkeke cidî ya paqijiyê çêbû. Mijara yekem a ku em bi wijdanî herî zêde pê aciz dibin ev e."
'Em rastî saxtîbarana mufetîşan hatin'
Hevşaredar Bucak jî bal kişand ser îmar û îhaleyên bêusûl û wiha axivî: "Li bajêr em dest diavêjin ku derê; qadeke ku bi bêusûlî hatiye vekirin ji bo îmarê, qadeke ku cureya bikaranînê hatiye guhertin û îhaleyên ku bi awayekî çewt û bêusûl hatine kirin û pirsgirêkên mezin ên maddî û manewî ku ev anîne derdikevin holê. Eger me ev şaredarî ji rêveberiyeke bi wijdantir, xwedî aqil û alîgirê gel wergirtiba, ev bi rastî dê bûba dewirandinek. Yanî dê xebateke ku karên berdewam bibin derketiba holê. Lê belê me di xala ku hatiye de gelek zehmetî kişandin ka em ê van pirsgirêkên mezin ên kombûyî bi kîjan rê û rêbazan çareser bikin. Gelo em heyeta teftîşê ya hundir bixebitînin, an jî em rêyên wê yên hiqûqî bigerin? Ji aliyê din dema me ev dikirin, di mehên destpêkê yên xebatên xwe yên pênc meh û nîvî de em rastî rêzeke mufetîşan hatin. Ev jî xala duyemîn e ku me tê de zorî kişandin. Teftîşa me ya çarem an pêncemîn, ya herî dawî derbarê Zarokistanên pirzimanî de ye ku li me vekirin. Zarokistan cara yekem di 2015an de hatibûn vekirin, me tenê revîze kirin û ji bo serdema nû ya kreşê amade kirin. Derbarê vê de du mufetîşên mulkiyeyê hatin şandin. Xebatên me gav bi gav ji aliyê mufetîşan ve tên venêrîn. Dilê me rehet e, hundirê me zelal e, em dizanin em çi dikin, her tişt bi şefafî pêş ve diçe. Lê belê em ji hebûna wan a li ser serê me wek Şûrê Demoklês jî gelekî aciz in."
'Hemû plansaziyên me li gorî hilbijartina pêş me ne'
Hevşaredar Hatun behsa pêvajoya piştî hilbijartinê kir û wiha got: "Dema em hatin, em rastî hin kesan hatin ku qeyûm ew wek rêveber destnîşan kiribûn. Em hatin û me hemû rêveberên ku wan destnîşan kiribûn guhertin. Me plan çêkiribûn, me destnîşan kiribû em ê bi kê re bixebitin. 75 ji sedî yên rêveberên serdema qeyûm rapora nexweşiyê digirin û nayên ser kar. Me hem ji DÎSKÎyê hem jî ji şaredariyê raporên wan ji Desteya Hakem re şandin. Em wan li derve dibînin. Ne nexweş in û li malên xwe ne. Heta ku qeyûm nehat tayînkirin bo Şaredariya Colemêrgê, hêviyeke mezin a van ekîban hebû. Digotin ku dê 24ê Hezîranê qeyûm bê tayînkirin bo şaredariyê. Û kesên ku li şaredariyê dixebitin jî ditirsandin. Lê ev hêviyên wan pûç derket. Niha di rojeva me de qeyûm tune. Em ê karê ku me daniye pêşiya xwe bidomînin. Me demeke 5 salî daye ber xwe. Me plana xwe ya stratejîk a 5 salî amade kir. Hemû plansaziyên me li gorî hilbijartina pêş me ne."
'Em dixwazin hatûçûna bajêr rehet bikin'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser pirsgirêka veguhastinê ya li bajêr û wiha got: "Mijarê veguhastinê mijareke ku em pir li ber dikevin. Me dixwest ku di van pênc mehan de em zû fîloya xwe ya veguhastinê xurt bikin, zû otobûsan bikirin. Ev ewqas zû nabe, ji vî aliyî ve deyndarê lêborînekê ne ji gelê Amedê re. Ev der bajarekî mezin ê pêşketî yê du mîlyonî ye. Niha dibistan vebûn, zanîngeh vedibin. Bi rastî em pir zehmetiyê dikişînin, xwezî mijara trafîkê karek bûya ku zûtir di destê me de bûya. Mînak me ji meclisa xwe biryarek derxist. Em dixwazin 150 otobûsên nû bikirin, tevî hemû zehmetiyan em dixwazin vê bikin lê di çarçoveya tedbîrên tasarufê de bersiva ku ji Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Îqlîmê ji me re hat ev e; Hûn dikarin tenê li şûna 14 otobûsên ku we şandine qereşoyê 14 heb bikirin. Ez ji we dipirsim 14 otobûs dikarin kîjan pirsgirêkên veguhastina giştî ya vî bajarî çareser bikin? Helbet em ê têkoşîna vê bikin. Em ê bi nameyên ku em ê li ser esasê burokratîk ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê re bişînin vê yekê hel bikin. Em dixwazin heya Sibat-Adara 2025an bi kirîna herî kêm 60-70 wesayîtan veguheztina bajêr vî barî siviktir bikin."
Projeya Sîstema Rêya Asinî
Bucak da zanîn ku Sîstema Rêyên Asinî dê bi giştî pirsgirêka trafîkê û veguheztinê çareser bike û got, “Pergala rêya asinî projeyek e ku dê bi rêyên din ên veguheztinê re bibe yek û dê pirgirêka trafîkê ya vî bajarî rehet bike. Lê belê di vê mijarê de em bi rewşeke dijwar re rû bi rû ne. Projeya me ya Pergala Rêya Asinî di bernameya veberhênana Serokatiyê de ye, lê ji bo ku em di vê bernameyê de bimînin, pêdivî ye ku em îsal hemî xebatên fîzîbîlîte û revîzyonê biqedînin da ku ew dev ji bernameya veberhênana 2025an bernede. Helbet ev yek stresê li ser me çêdike û em ji bo vê yekê têdikoşin. Em ê teqez pergala rêya asinî bînin vî bajarî, lê ji me re dem lazim e. Eger em bi lez tevbigerin tenê ji ber ku ev zext li ser me heye, em ê tiştê xelet bikin."
Xebatên çandî û hunerî
Bucak diyar kir ku dixwazin xebatên di warê çand û hunerê de di nava 5 meh û nîvan de herî zêde derkeve holê û wiha got: “Bi polîtîkayên qeyûman ve hewl didin vî bajarî herî zêde di warê çand û hunerê de biguherînin, veguherînin û asîmîle bikin. Ew beşeke serkeftî bû. Ev divê were dîtin, refleksên vê hene. Dema em çûn Navenda Çand û Kongreyê ya ku Daîreya me ya Çand û Karûbarên Civakî lê ye, me pir baş bandora vê asîmîlasyonê li ser giyan, mejî û dil dît. Ji ber vê yekê, me nexwest ku em ji nêrînek pir jor ve bigihîjin vir. Pêdivî ye ku ev avahiyek ku di hundirê xwe de diguhere û veguherîne hebe. Pêdivî ye ku ew dîsa di hundirê xwe de were paqijkirin. Ez peyva paqijkirinê bi zanebûn bi kar tînim. Li wir zirareke cidî heye. Me çend çalakiyên çandî kirin. Em dixwazin ji niha û pê ve tiştên mezintir bikin. Lê binêrin, ev tedbîrên teserûfê di vî warî de jî destê me girêdidin. Dema ku em vê pirsê ji şaredarên bajarên din ên parêzgehên din ên Tirkiyê dikin, dibêjin 'Em vê yekê bi rêya şîrketan dikin, zêde guh nadin me', lê dema ku mijar dibe Diyarbekir û parêzgehên me yên li herêma me, dibe kelem û dikeve çavê wan. Îhale kê qezenc kir û ji kê re hat dayîn? Hemî pêşniyarên me, prosedurên muzakereyê, her tişt ji raya giştî re vekirî ye. Mufetîşên ji vê rêyê ji bo îhaleyên din hatin. Hemû îhaleyên me vekirî, zelal û kontrolkirî ne."
'Wezaret xebatên me radiwestîne'
Bucak, diyar kir ku Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ji bo berjewendiya gel xebatên xwe rawestandiye û wiha got: “Ji bo li navçeya Yenîşehîrê ji bo bendewarî û veguheztina erdekî me ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê re nivîsî, wesayîtên me yên veguhestina giştî, lê tu bersiv nehat. Li Taxa Talaytepeya navçeya Kayapinarê ji bo qada embarê ya xeta tramvayê me ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê re nivîsî û bersiva neyînî hat dayîn. Hewldanên me yên di vê derbarê de berdewam dikin. Me ji bo terxankirina erdeke ku li Taxa Talaytepe ya navçeya Kayapinar ji bo kompleksa werzişî ya pir mebestî ye serî li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê da, lê bersiva neyînî hat dayîn. Dîsa li Taxa Cevatpaşa ya navçeya Sûrê ji bo dersên pîşeyî yên ku Daîreya Xizmetên Civakî ji bo îstîhdamkirina ciwanên betal dixwaze ava bike, me ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê re name nivîsand, lê bersiva neyînî hat. Serlêdana me ya ji bo veguhertina mafê bikaranîna Birca Keçikê ji bo veqetandinê dîsa ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve bi neyînî hat bersivandin."
'Pêvajoya hiqûqî ya der barê emlakî de hat destpêkirin'
Hevşaredar Hatun bersiva pirsa emlakê da û got: “Bi biryara meclisê me biryarên derbarê emlake şaredariyê de betal kirin. Me ji hemû saziyan re name şand û li ser nameyê wan saziyan serî li dadgehê dan û biryara rawestandina înfazê da û pêvajoyeke yasayî hat destpêkirin. Dadgeh dê li ser vê mijarê biryarê bide. Şêwirmendê me yê hiqûqî jî her dosya û hemû îhaleyên nerêkûpêk û danûstandinên şaş ên ku heta niha bi awayekî zelal tespît kirine dişopîne.”