Hevseroka Giştî ya DBPê ya berê Tuncel serdana Hevşaredaran kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel pêşwazî kir.

Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncer ligel Hevserokên Giştî yên Partiya Maf û Demokrasiyê (DEM) Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kir. 

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Bucak û Hatun bi Tuncel û şandeya pê re hevdîtinek pêk anîn.

Tuncel hevşaredar pîroz kirin û di peywira wan de serkeftin xwest.

Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman û spasiya Tuncel û şandeya pê re kirin.

Di serdanê de ligel Hevşaredar Bucak û Hatun, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Reşat Bakan, Aziz Ozdogan, endamên meclîsê û serokên daîreyan amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30