Li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê xizmetên rîngê hatin zêdekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê servîsa rîngê zêde kir û rêya xeta otobusê ya bi kod AY dirêj kir.

Bi destpêkirina sala xwendinê re li zanîngehan, Serokatiya Hatûçûnê karûbarên rîngê yên di nav kampusê de zêde kir da ku xwendekar tengav nebin.

Li 3 wesayitên rîngê yên ku ji 15 deqeyan carekê li kampusa Zanîngeha Dîcleyê xizmetê dikin 5 wesayîtên nû hatin zêdekirin. Di navbera Fakulteya Tipê û Fakulteya Ziraetê de bi tevahî 8 otobus, her 7 deqeyan carekê dê xizmeta rîngê bêpere bidin.

Her wiha Midûriyeta Veguhastinê rêya Fakulteya Çandiniyê dirêj kir û hejmara wesayîtên li ser xeta AY koda (Articulated) ya ku bi 8 wesayîtan xizmetê dike, derxist 10an.

Rêya xeta otobusê ya bi kod AY ku dest bi xizmetê kir wiha ye:

Oğlaklı TOKİ – 500 Evler - Otogar – Doğum Hastanesi – Ceylan AVM – Kantar Kavşağı – Tesisler – Seyrantepe – Eski Köprü – KYK Kız Yurdu – Dicle Üniversitesi Hastanesi-Diş Hekimliği Fakültesi-Ziraat Fakültesi

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31