Bi mudaxeleya lezgîn îtfaiyê agir hat vemirandin

Bi mudaxeleya lezgîn îtfaiyê agir hat vemirandin berî ku mezin bibeLi taxa Yenişehirê, di Sîteya Pîşesazî ya 4emîn de agir derket, lê bi mudaxeleya tîmên agirkuj ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat vemirandin bêyî ku zirar çêbibe.

Li navenda taxa Yenişehirê, di Sîteya Pîşesazî ya 4emîn de, li cihekî karê tamîrkirina meqes û parçeyên otomobîlan dike, duh êvarê derdora saet 20:00an ji sedemeke hê nayê zanîn agir derket. Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkuj demildest gihîştin cihê bûyerê.

Bi 2 wesayît û 10 neferên girêdayî Serokatiya Beşa Agirkujiyê mudaxeleya lezgîn hat kirin. Tîmên agirkuj piştî ku kepenk şikandin û agir vemirandin, tûpên ku xeter bûn ji cihê bûyerê dûr xistin.

Agir di demeke kurt de hat vemirandin bêyî ku zirareke madî çêbibe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31