Karên sererastkirina peyzaja Fîskayê qedîyan

Şaredariya Mezin a Amedê, di qada Fîskayê de ku di navbera Baxçeyên Hewselê yên di lîsteya mîrateya UNESCOyê de û sûrên dîrokî de ye, karên peyzajê qedand.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di Kolana Dr. Yûsif Ezîzoglû ya li navçeya Yenişehirê de ku ji bo turîzma bajêr xwedî cihekî girîng e û bi navê Fîskayê tê zanîn, karên sererastkirina peyzajê qedand û xist ber xizmetê.

Qada 4 hezar û 250 metreçargoşe hat sererastkirin Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ku bi îmkanên xwe karên sererastkirina peyzajê qedand, qada ku di destpêka projeyê de 2 hezar û 781 metreçargoşe hatibû fikirîn, firehtir kir û wek 4 hezar û 250 metreçargoşe revîze kir.

Ekîban karê sererastkirina peyzaja Fiskayê ya 4 hezar û 250 metreçargoşe bi karên bingehîn dest pê kir, piştre di çarçoveya karên jorîn de qad bi malzemeyên peyzaja dekoratîf ên curbicur, dar û devî xemiland.

Di qonaxa yekem de ji bo ku erd ji bo şînkatiyê bê amadekirin, di çarçoveya karên bingehîn de zêdekirina axê û teswiyeya wê, rijandina betonê li beşên ku wek zemîna hişk hatine dîzaynkirin, raxistina kevir û kevirên rengîn ên dolomîtê û karoyê ji bo riyên meşê hat kirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo ku qadên kesk bi awayekî saxlem pêş bikevin, sîstema avdana bi dilopan saz kir.

Dar hatin çandin

Ekîban li beşên ku wek qada kesk tên bikaranîn, 18 heb oya, 24 heb manolya, 40 heb selwiya şîn, 50 heb dara şekir akça, ji koma devî 250 heb taflanên zêrîn, 29 heb maziyên gilor, 80 heb zexum, 620 heb merga belavbûyî çandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo ku qad xweştir xuya bike, dê di demsalên havîn û zivistanê de kulîlkên demkî yên bi reng û cureyên cuda jî biçîne qada peyzajê.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31