Kevneşopiya tendûrê tê geşkirin

Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo ku kevneşopiya tendûrê ya ku bi sedsalan e didome berdewam bike, 2 tendûrên ku li navçeya Kayapinarê bêfonksîyon bûbûn, tamîr kir û pêşkêşî xizmeta gel kir.

Şaredariya Mezin, ji bo ku kevneşopiya tendûrê ya ku li gundan tê bikaranîn li navenda bajêr jî neyê jibîrkirin, xebatan dimeşîne.

Li ser daxwaza welatiyên ku di dema lêkolînên Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun ê yên di 3'yê Îlonê de li Qadên Taxa 500 Malî yên Futbol, Voleybol û Basketbolê yên li navçeya Kayapinarê hatine nûkirin de, xebatek hat destpêkirin.

Li gorî daxwazên niştecihên taxê, ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve li du tendûrên ku di kêleka qadan de ne, karê nûkirinê hat kirin. 2 tendûrên ku xebatên wan qediyane, pêşkêşî xizmeta gel hatin kirin.

Welatî ji xizmetê kêfxweş in

Niştecihên Taxa 500 Malî diyar kirin ku ew ji nûkirina tendûran ku mîraseke çandî ye ku bi sedsalan e li herêmê tê bikaranîn û heya roja me hatiye, kêfxweş in. Welatiyan diyar kir ku paqijiya qadê û avakirina tendûran bi baştirîn awayî hatiye kirin û ji ber xizmetên hatine kirin, spasiya xwe ji Şaredariya Mezin re kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31