Heywanên kuçeyan bi wasîteya mobîl li cih hatin sterilîzekirin

Şaredariya Mezin a Amedê, li qada jiyanê ya ku Federasyona Mafên Heywanan li bajêr ava kiriye, sterilîzekirina 10 kûçikan bi wasîteya mobîl li cih pêk anî.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, xebatên xwe yên li ser lênihêrîn û tedawiya heywanan didomîne. Di vê çarçoveyê de li qada jiyanê ya ku Federasyona Mafên Heywanan a ku li Amedê çalak e ava kiriye, sterilîzekirina 10 kûçikan pêk anî. Bi xebata ku di wasîteya mobîl a sterilîzekirinê ya ku berê hatibû xistine xizmetê de hat kirin, li heywanan di hawîrdoreke sterilîze û tendurist de mudaxele hat kirin.

Xebat, ji bo ku pêşî li zêdebûna bêkontrol a heywanên kuçeyan bê girtin û ji bo ku heywan jiyana xwe bi awayekî tendurist bidomînin, tê kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31