Endama Meclîsa Şaredariyê Kader Madenkuyu beşdarî civîna AK-YBYKê bû

Endama Meclîsa Şaredariya Mezin Kader Uzun Madenkuyu, ku beşdarî civîna Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê bû, bal kişand ser siyaseta navendparêz a tund li ser şaredariyên DEM Partiyê û bang kir ku demokrasiya herêmî û xwecihî bi hêz bibe.

Endama Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê Kader Uzun Madenkuyu, di navbera 15-17ê Cotmehê de beşdarî civîna Giştî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (AK-YBYK) bû ku li bajarê Strasburgê yê Fransayê hate lidarxistin. Madenkuyu di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber qedexeya derketina derveyî welat a li ser Hevserokê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan, ku endamê esil e ji aliyê DEM Partiyê ve, ew beşdar bûye û destnîşan kir ku li ser hemû hevserokên şaredariyên DEM Partiyê qedexeya derketina derveyî welat heye. Madenkuyu di axaftina xwe de bal kişand ser zexta ku şaredariyên DEM Partiyê beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê û piştî wê rastî hatine.

'Divê demokrasiya xwecihî bi hêz bibe'

Madenkuyu, ku got divê li seranserê cîhanê demokrasiya herêmî û xwecihî were pêkanîn, wiha axivî: "Ji bo bidestxistina aştî û aramiyê, divê demokrasiya herêmî û xwecihî bihêz bibe û ev jî bi rakirina zexta zihniyeta navendparêz a li ser xweciyan û easasgirtina demokrasiyê wek pîvan pêkan e. Ji bo ku em demokrasiya xwecihî pêk bînin, divê têgihiştinek rêveberiya xwecihî hebe ku bi beşdariya gel pêk tê. Dûrbûna mekanîzmayên desthilatdariyê ji gel û biryargirtina zihniyeta navendparêz ji yek xalê ve, asteng e li pêşiya demokrasiya xwecihî."

Siyaseta rêveberiyên xwecihî ya Tirkiyeyê

Madenkuyu, ku kurteya siyaseta rêveberiyên xwecihî ya Tirkiyeyê da, wiha axivî: "Sazûmana îdarî ya Tirkiyeyê di Destûrê de wek 'navendî' û 'xwecihî' tê pênasekirin. Welatî jî bi dengdayînê ji bo van her du sazûmanan beşdariyê dikin û nûnerên xwe diyar dikin. Sazûmana navendî li Meclisa Gel a Tirkiyeyê tê dîtin; sazûmana xwecihî jî di nav şaredariyan, meclisên şaredariyan û meclisên giştî yên bajaran de tê dîtin. Ji aliyê rêveberiyên xwecihî ve, meclisên şaredariyan hem organa biryarê ne û hem jî organa çavdêriyê ne. Xebatên têkildarî şaredariyê di meclisê de tên nîqaşkirin û biryar li ser tê dayîn, dîsa çavdêriya têkildarî xebatan jî di vê meclisê de tê kirin."

'Xizmetên rêveberiya xwecihî ya pirzimanî tên sûcdarkirin'

Madenkuyu, ku sepana qeyûman a li ser şaredariyan di 8 salên dawî de anî bîra beşdaran, wiha dewam kir: "Di çarçoveya parastina mafê zimanê dayikê de, ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên pirsgirêka Kurd e, xizmetên rêveberiya xwecihî ya pirzimanî bi awayekî tên sûcdarkirin. Hişyariyên bi Kurdî yên ku ji bo derbasbûna peyayan hatine nivîsandin hatine jêbirin. Bi mudaxelekirina xebatên civakî û çandî, siyasetên asîmîlasyonê li ser gelên xwecihî hatine sepandin. Li hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, bi milyonan deyn hatine hiştin, milk û malên şaredariyê; yan hatine veguhestin bo mekanîzmayên di bin bandora hikûmeta navendî de yan jî bêpere hatine tahsîskirin. Karmendên ku dixebitin ji karên xwe hatine avêtin, li şûna wan bêhtirî ji pêwîstiyê karmend hatine girtin."

'Şaredariyên me bûne perestgeha muftîşan'

Madenkuyu, ku anî ziman ku piştî hilbijartinên herêmî yên 2024an şaredarî bi deynên milyonan ji qeyûman hatine wergirtin, wiha got: "Şaredarî ne tenê nikarin xizmet bidin, nikarin mesrefên karmendên xwe jî bidin. Di çarçoveya Giştînameya Tedbîrên Tasarufê ya Serokomariyê de ku piştî hilbijartinan hate weşandin, tu yek ji xizmetên ku ji bo berjewendiya giştî ne û divê bi lezgînî bên dayîn nikarin bên kirin. Bi vî awayî, bi hewldana astengkirina desthilata mesrefê ya ku ji aliyê qanûnan ve ji rêveberiyên xwecihî re hatiye dayîn, di qadên bingehîn ên xizmetên şaredariyê yên wekî rê, veguhestin, av, paqijî de jî ev giştîname tê bahanekirin û pêşî li xizmetan tê girtin. Şaredariyên ku di pêvajoya 8 salan a qeyûmtiyê de tu muftîşan neçûbûnê, bi qezenckirina şaredariyên DEM Partiyê re bûne perestgeha muftîşan. Şaredariyên me yên ku nakevin nava pratîkeke derveyî hiqûqê, tên xwestin ku di bin zextê de bên girtin."

'Em ê bi gel re xizmetê bidin xelkê xwecih'

Madenkuyu anî ziman ku tevî hemû zextên hikûmeta navendî, ew ê bi têgihiştina demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinan, bi modela hevserokayetiyê ya ku ji gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê re bûye îlham û bi gel re xizmetê bidin xelkê xwecih.

Rapor hate qebûlkirin

Di civînê de, piştî nîqaşan, raporta bi sernavê "Hilbijartinên Xwecihî li Tirkiyeyê Komîsyona Çavdêriya Sepandina Peymana Ewropî ya Xweseriya Xwecihî û Rêzgirtina ji Mafên Mirovan û Serweriya Hiqûqê li Asta Xwecihî û Herêmî" ya ku ji aliyê raportorên Tirkiyeyê David Eray ji Swîsreyê û Vladimir Prebilic ji Slovenya ve, bi hevkariya Komîsyona Çavdêriya Hilbijartinên 31ê Adarê hatiye amadekirin, bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Endamên delegasyonê hevdîtin pêk anîn

Endamên Delegasyona Rêveberiyên Xwecihî yên DEM Partiyê ku Madenkuyu jî di nav de ye, bi delegasyonên Îtalya, Swêd, Fransa, Avusturya, Almanya, Îngilistanê û herwiha bi Serokê AK-YBYK Marc Cools, raportorên Tirkiyeyê yên Swîsreyî û Slovenî, serokên berê Anders Knape, Gudrun Mosler-Toernstroem û Leen Verbeek re rêze hevdîtin pêk anîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31