Perwerdeya atolyeya tenduristiyê didome

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca agahdarkirina jinan derbarê nîşaneyên penceşêrên pêsîr û devê malzarokê û tedawiya wan de, li Taxa Ben û Sen atolyeyeke tenduristiyê li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ya duduyan a atolyeya tenduristiyê ya ku ji ber "Meha Hişyariya Penceşêra Pêsîrê" li dar xistibû, li Taxa Ben û Sen a navçeya Yenişehirê pêk anî.

Ji aliyê hemşîreyên ku li Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Mezin û Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Baxlarê kar dikin ve, tansiyona jinên ku beşdarî atolyeyê bûne hate pîvan û germahiya laşê wan hate girtin. Li gorî nirxên tansiyonê hin jin ber bi nexweşxaneyên malbatê ve hatin şandin.

Piştre, ji aliyê hemşîre Gulcîhan Saka ve bi kurdî û tirkî "Penceşêra Pêsîrê" û "Penceşêra Devê Malzarokê (Servîks)" ji jinan re hate vegotin. Saka destnîşan kir ku penceşêra devê malzarokê bi zêdebûn û mezinbûna hûcreyên ku devê malzarokê dinixumînin bi awayekî nenormal pêk tê û got, "Li cîhanê di nav jinên di bin 45 saliyê de cureyê penceşêra herî zêde tê dîtin a duyemîn e. Nîşaneyên wê dikarin veşartî bimînin lê bi sehbêriyan tê zanîn."

Saka balê kişand ser wê yekê ku yek ji sedemên herî berbelav ên vî cureyê penceşêrê vîrûsa HPV ye û tekez kir ku testa Smearê, ku rêbazeke sehbêriya penceşêrê ya bêêş e, ji bo xweparastina ji penceşêra devê malzarokê gelek girîng e.

'Teşhîsa zû girîng e'

Saka got ku xurtkirina pergala parastinê û xwarineke saxlem jî ji rêbazên parastinê ne. Piştre Saka nîşaneyên penceşêra pêsîrê vegot û girîngiya teşhîsa zû nîşan da.

Piştî atolyeyan, li ser daxwaza jinan ji aliyê hemşîreyan ve muayeneya pêsîrê hate kirin.

Perwerdehiya paqijî û tenduristiya diranan ji zarokan re

Di atolyeya tenduristiyê de herwiha ji aliyê karmendên tenduristiyê yên ku di bin Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê de dixebitin ve, zarokên di navbera 9-14 salan de yên ku tên kursa komputerê ya li Navenda Jiyana Jinê, derbarê paqijî û tenduristiya diranan de hatin agahdarkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31