Hevşaredaran tavgehên Rihayê saxtî kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li qadên serayên li taxa Qerealiyê ya girêdayî navçeya Eyyûbiyê ya Rihayê seh kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana tavgehên li taxa Qerealiyê ya girêdayî navçeya Eyyûbiyê kirin. Hevşaredar Bucak û Hatun li qadên serayan ku bi avahiya termalan û çandiniya bê ax tê kirin û şitilên xemilandinê tên çandin geriyan û xebatên li serayan ji nêz ve dîtin.

Hevşaredaran bi cotkarên ku seracîtiyê dikin re der barê qonaxên pişkinînê, bandora aborî ya hilberînê li ser herêmê û bandora wê ya li ser xebata jinan nêrîn û boçûnên xwe parve kirin.

Di dema lêkolînan de Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz, Serokê Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan û Beşdariyan Mehdi Gumuş û endamên meclîsê li gel Hevşaredaran bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31