Standa Şaredariyê ya li Fûara Pirtûkan eleqeyeke baş dibîne

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 8emîn Fuara Pirtûkan de stand vedike û bi malzemeyên danasînê çanda bajêr dide nasîn.

8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya TUYAP û Komeleya Weşangerên Tirkiyeyê li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Mezopotamyayê hat vekirin û 216 weşanxaneyan standên xwe vedan û zêdetirî 400 nivîskar û helbestvan derdikevin pêşberî pirtûkhezan, di roja duyemîn de berdewam dike.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, bi pirtûkên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li standa ku li fuarê vekir, dîrok û çanda bajêr dide nasîn.

Standa Şaredariya Bajarê Mezin a ku ji aliyê welatiyan ve eleqeyeke mezin kişand, dê di fuara ku heta 8ê Kanûnê dê bidome, danasîna Diyarbekirê bi mêvanan re bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28