Serdana pîrozbahiyê ya Hevşaredaran ji bo Baroya Amedê

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana pîrozbahiyê li Serokê Baroya Amedê yê hilbijartî Abdulkadir Guleç û endamên desteya rêveber kir. Hevserok balê dikişînin ser dîrok û misyona baroyê û diyar dikin ku baro ji bo sazkirina dadê xwedî girîngiyeke mezin e.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana Serokê Baroya Amedê yê hilbijartî Abdulkadir Guleç û endamên desteya rêveber kir. Di serdanê de, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Adalet Kaya, Hevserokên Partiya DEM ên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahin û endamên desteya rêveber jî beşdar bûn.

Hevserok li avahiya Serokayetiya Baroya Amedê ji aliyê Guleç û endamên desteya rêveber ve hatin pêşwazîkirin.

Hevserok Bucak: Dîrok û misyona baroyê ji bo herêmê elzem e Di serdanê de Hevserok Bucak, pîrozbahî li Serokê Baroyê Guleç û rêveberiyê kir û di karên wan de serkeftin xwest. Bucak diyar kir ku nasnameya Baroya Amedê, dîrok û misyona wê ji bo bajar û herêmê pir giring e û got ku baro ji bo maf û dadê pratîkên herî girîng pêk tîne. Bucak got ku ew şahidên van pratîkan in û wiha domand: "We mîraseke girîng wergirt. Em bawer dikin ku hûn û endamên desteya rêveber a baroyê, ji bo têkoşîna demokrasî, dad û wekheviya vî bajarî dê heman xebatan bikin. Em ê di çar salên pêş me de bi Baroya Amedê û hemû rêxistinên civaka sivîl, odeyên me, sendîkayên me û dînamîkên bajêr re xebateke hevbeş ji îro bihêztir bidomînin. Em ji bo pêşerojê hêviyekê di nav xwe de jî dibînin."

Hevserok Hatun: Baroya Amedê saziyeke girîng e 

Hevserok Hatun jî diyar kir ku Baroya Amedê saziyeke gelek girîng e û got: "Ji roja ku hatiye avakirin, saziyeke ku bi kûrahî li pirsgirêkên bajêr dinêre. Saziyeke ku di rojên zor de bedelên giran dane û li ser parastina mafên mirovan û dadê israr kiriye. Mînaka herî baş a vê yekê ew e ku Tahir Elçî di vê rêyê de canê xwe da. Baro ji bo sazkirina dadê xwedî girîngiyeke gelek mezin e. Em ji rêveberiya nû ya hilbijartî re serkeftinê dixwazin."

Guleç: Em ê bi hev re bixebitin 

Serokê Baroya Amedê Guleç diyar kir ku dîroka baroyê ya 50 salî di qada têkoşîna civakî de heye û got ku baroyê di vê têkoşînê de bedelên giran dane. Guleç anî ziman ku ew ê di gelek qadan de bi rêveberiyên herêmî re bixebitin û destnîşan kir ku baro baroya hemû bindestan e. Guleç ji bo serdanê spasiya Hevserokan Bucak û Hatun kir.

Di serdanê de Parlamentera Partiya DEMê Adalet Kaya û Hevserokên Bajêr ên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahin jî axaftin kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31