Hevşaredaran mazûvaniya Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Duman kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWAyê Mehmet Duman pêşwazî kir.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyayê (UCLG-MEWA) ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Xwecihî Mehmet Duman û Endamê Lijneya Rêveberiyê Emîn Canacankatan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir.

Sekreterê Giştî Mehmet Duman û endamê lijneyê Emîn Canacankatan ên ku ji bo beşdarî Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Meclîsê ya UCLG-MEWAyê bibin hatin bajêr, bi Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun re hevdîtinek pêk anîn.

Duman piştî hevdîtinê plaketên UCLG-MEWA diyarî Hevşaredar Bucak û Hatun kirin.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, endamên Meclîsa Daîmî Demet Ceylan û Abdusselam Înceoren jî bi Hevşaredaran re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31