Li kargeha şîrnahiyan dest danîn ser 150 kîlo gûzên riziyayî

Di kontrolên ku bi pêşengiya Şaredariya Mezin a Amedê ve tên kirin de, Koordînasyona Xwarinê, li kargeheke şîrnahiyan dest danî ser 150 kîlo gûzên xerabûyî yên ku dê di çêkirina şîrnahiyan de bihatana bikaranîn.

Tîmên Kontrola Xwarinê yên girêdayî Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê, li cihên ku rasterast bi tenduristiya gel re têkildar in wek restorant, kafe, xwaringeh, şîrnahixane û kargeh kontrolên xwarinê didomînin.

Di vê çarçoveyê de ji aliyê Koordînasyona Xwarinê ve li navçeya Baxlarê di kargeheke şîrnahiyan de kakila gûzên kupiyayî hat dîtin. Tîman di kontrolê de 150 kîlo kakila gûz a ku ji bo bikaranînê hatibû amadekirin, îmha kir.

Di kontrolê de li ser kargehê pêkanînên qanûnî hatin tetbîqkirin û hişyariyên pêwîst hatin kirin.

'Em biryardar in ku li vî bajarî xwarinên nexweş nedin xwarina gelê xwe'

Serokê Karûbarên Tenduristiyê Wehap Saçaklî derbarê mijarê de agahî da û diyar kir ku piştî kantînên dibistanan, market û marketên neteweyî, tîmên Koordînasyona Xwarinê berê xwe dane şîrnahixaneyan û got: "Di vê çarçoveyê de li vê kargeha şîrnahiyan dest hat danîn ser 150 kîlo kakila gûzên kupiyayî yên ku ji bo bikaranînê amade bûn û cezayê pere hat tetbîqkirin. Wek Koordînasyona Xwarinê, kontrolên me li 17 navçeyan dê bi lez û bez berdewam bikin. Em ê ji bo ewlekariya gel çi pêwîst be bikin. Em biryardar in ku li vî bajarî xwarinên nexweş nedin xwarina gelê xwe. Ji bo vê yekê em hemû tedbîran digirin."

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31