Bîra avê ya di erdhejê de zuha bûbû hat tamîrkirin, welatî gihîştin ava vexwarinê

 Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundê Alîyan ê girêdayî taxa Kuşlukçayirî ya navçeya Çêrmûgê, bîra sondajê ya 375 metre kûr ku ji ber erdhejê zuha bûbû, tamîr kir û pêdiviya ava vexwarinê ya hemwelatiyan pêk anî.

Li gundê Alîyan ê girêdayî Çêrmûgê, hemwelatiyan ji bo dabînkirina ava vexwarinê, di salên borî de bi îmkanên xwe bîreke sondajê ya 375 metre kûr kolandin. Bîra ku pêdiviya avê ya gund dabîn dikir, di erdhejên ku di 6ê Sibata 2023an de ku li Mereşê pêk hat, zuha bû. Piştî vê tarîxê niştecihên gund ên ku pirsgirêka ava vexwarinê dijîn, di dema qeyûm de rewş ji ekîbên Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyona Amedê (DÎSKÎ) re ragihandin, lê daxwaz nehat qebûlkirin.

Hemwelatiyên gundê Alîyan, di mehên borî de ji bo tamîrkirina bîrê dîsa serî li DÎSKÎyê dan. Li ser vê yekê ekîbên DÎSKÎyê zend û bend badan û di encama xebata mehekê de karê elektrîk û amûrên bîra sondajê kirin û bîr dîsa çalak kirin.

'Pêdiviya ava gel hat dabînkirin' 

Teknîkerê Serokatiya Daîreya Herêma 2. ya Kargehan a DÎSKÎyê Îlhan Artiş, ku şopandina xebatên li gundê Alîyan dikir, diyar kir ku piştî erdheja navendî ya Mereşê bîra heyî fonksiyona xwe winda kiriye û got: "Di vê demê de ji aliyê saziya me ve bi tankêran av gihandin gund. Sondaja ku gundiyan bê amûr vekiribû, ji aliyê saziya me ve karên kêm hatine temamkirin û pêdiviya ava gel hat dabînkirin. Wek Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê, xebatên me yên ji bo dabînkirina ava tendurist û bênavber ji gelê me re berdewam dikin."

'Em gihîştin avê' 

Niştecihê gund Enwer Gul, diyar kir ku ji xebatên ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ve hatine kirin kêfxweş e û wiha axivî: "Ez li gundê Alîyan rûdinim. Piştî erdhejê ava me hat birîn. Em du sal bê av man. Niha em gihîştin avê. Di van du salan de me gelek êş kişand. Lê ev du sal ji me re bûn îmtihaneke mezin. Êdî me zanî ku em avê bi teseruf bi kar bînin, me girîngiya wê fêm kir. Feydeyên wê jî ji me re çêbûn, êdî ava me tê. Ez spasiya hemû kesên ku ked dan dikim."

'DİSKİ piştgirî da, êdî ava me diherike' 

Niştecihê gund Cemal Gul jî diyar kir ku di erdhejê de ava wan hatiye birîn û got: "Em du sal bê av man. Mala wan ava, DÎSKÎyê gelek piştgirî da me. Êdî ava me diherike. Em spasiya Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê, Serokê Daîreyê û hemûyan dikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31