Qada Çîmenî ya hejmara 2 ya li Tesîsên Sporê yên Şilbeyê hat nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Qada Çîmenî ya hejmara 2 ya li Tesîsên Sporê yên Şilbeyê ji bo ku li gorî pîvanên pêşbaziyên neteweyî were guhertin, xist bin çavdêriyê.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, li Qada Çîmenî ya hejmara 2 ya li Tesîsên Sporê yên Şilbeyê ku di bin bikaranîna Şaredariya Bajarê Mezin de ye lê demeke dirêj bê bikaranîn mabû, dest bi karê çaksazî û tamîrê kir.

Di çarçoveya karên çaksazî û tamîrê de ku ji aliyê ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçe û Karûbarên Fenî ve di bin koordinasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de tê meşandin, 500 kîlogram tovê çîmenê yê tevlihev û 3 kamyon qûmê şuştî hat raxistin.

Di vî karî de ku tribûn û odeyên cilguherînê jî hatin nûkirin, ji bo ku erd bibe rewşeke guncan, antremanên Tîma Futbolê ya Belediyespora Bajarê Mezin hatin rawestandin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, piştî temambûna karan, qada çîmenî ya ku amade bûye, dê bixe xizmeta tîmên ku di lîgên profesyonel ên bajêr de têdikoşin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31