Perwerdehiya agirkujî û trafîkê ji bo zarokan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji zarokan li Ben û Senê perwerdehiya agirkujî û ewlehiya trafîkê da.

Serokatiya Xizmetên Civakî, ji bo ku zarok der barê agirkujî û ewlehiya trafîkê de xwedî agahî bin, perwerdehiyên pratîk û teorîk li dar dixe. Di vê çarçoveyê de ji bo zarokên 9-14 salî yên li Ben û Senê, 2 rojan gereke li Parka Perwerdehiya Trafîkê û Agirkujiyê hat organîzekirin.

Di gera ku li Amîriya Agirkujiyê ya li navçeya Kayapınarê dest pê kir de, amûrên vemirandina agir ji zarokan re hatin nasandin. Ji zarokan re agahî hatin dayîn ji bo pêşîlêgirtina şewatan û rewşên ku dikarin bibin sedema agir.

Perwerdehiya ewlehiya trafîkê ji zarokan re hat dayîn

Piştre zarok ji bo perwerdehiya trafîkê birin Parka Perwerdehiya Trafîkê. Li vir jî bi alîkariya pisporên qada xwe, perwerdehiyên teorîk û pratîk li ser mijarên trafîkê ji zarokan re hatin dayîn. Di perwerdehiyê de zarok hatin agahdarkirin ka dema rêwî û peya ne divê li çi qaîdeyan  baldar bin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31