Rojên Şanoya Jinan a Amedê tê lidarxistin

Şanoya Bajarê Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT), di navbera 5-10ê Mijdarê de 1. Rojên Şanoya Jinan a Amedê wê lidar bixe. Di festîvala ku wê 6 rojan bidome de, lîstikên jinan, hevpeyvîn û xebatên atolyeyan wê hebin.

DBŞT ya ku di bin banê Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin de çalakiyan dimeşîne, bi dirûşma "Ber bi rojê ve" 1. Rojên Şanoya Jinan a Amedê wê li dar bixe. Ji Enqere, Îzmîr, Stenbol, Kerkûk û bajarên Îranê Seqiz û Sineyê 9 lîstik wê bên pêşkêşkirin. Pêşkêşkirinên bêpere, li Navenda Çand û Kongreya Amedê û Şanoya Bajarê Amedê wê bên kirin.

Di roja vekirinê ya 5ê Mijdarê de, lîstika ku Şenay Tanrivermiş nivîsiye û bi navê "Çalakîya Malçêkîrî" ji aliyê lîstikvanên jin ên DBŞTê ve hatiye wergerandin bo kurdî, li Navenda Çand û Kongreya Amedê di saet 19:30an de wê premyera xwe bike.

Di 6ê Mijdarê de, saet 12:00an hevpeyvîna Sureyya Karacabey a bi navê "Jin Li Şanoyê" li Navenda Çand û Kongreya Amedê wê pêk were. Heman rojê di saet 14:00an de bi derhêner Berfin Zenderlioglu re "Kargeha Vegotina Çîrokan" wê hebe. Di saet 19:30an de jî performansa dans a bi navê "Gong" a Filiz Bozkuş Al a ku xelata Lîstikvanê Jin a Sala 2023yan a Xelatên Şanoya Ozdemir Nutku wergirtiye, wê bê pêşkêşkirin.

Kesal wê nefesa Furûx Ferruxzadê bîne ser dikê

Di 7ê Mijdarê de li Navenda Çand û Kongreya Amedê, hevpeyvîna Sîmîn Çayçî ya bi navê "Giringiya şanoyê di jiyana jinan de û bandorên wê yên erênî yên li ser raman û civakê" di saet 15:00an de wê pêk were. Li heman cihî di saet 19:30an de Nazan Kesal bi lîstika xwe ya tekkesî ya bi navê "Birînên min ji Evînê ne", wê helbestvan Furûx Ferruxzada Îranî bîne ser dikê. Lîstika ku Şebnem Îşîguzel nivîsiye û Berfin Zenderlioğlu derhêneriya wê kiriye, wê dengê serhildêr ê helbestên Îranê Furûx Ferruxzadê bîne ser dika şanoyê.

Di 8ê Mijdarê de, ji lîstikvanên Koma Hunerên Pêşkêşî ya Bogaziçi (BGST) Aysel Yildirim bi lîstika tekkesî ya bi navê "Jinek Dişewite" ku Sevilay Saral nivîsiye û derhênerî kiriye, wê li ser dikê cihê xwe bigire. Lîstik di saet 15:00an de li Şanoya Bajarê Amedê wê bê pêşkêşkirin.

Heman rojê di saet 19:30'an de li Navenda Çand û Kongreya Amedê lîstika bi navê "Temok" a ku Perwîz Ehmedî derhênerî kiriye wê bê pêşkêşkirin.

'Hîn gotina me neqediyaye'

Li Navenda Çand û Kongreya Amedê di 9ê Mijdarê de, di saet 12:00an de hevpeyvîna Pelda Bal Demir a bi navê "Di Şanoya Kurdî de Jin" wê hebe. Heman rojê di saet 15:00an de lîstika "Hîn ji gotina me neqediyaye" ya ku ji Sineyê tê wê bê lîstin. Di saet 19:30'an de jî lîstika BGST'ê ya du perde "Sevgi Soysal li ser Jiyînê Israr Dike" wê bê pêşkêşkirin.

Di roja dawî ya bernameyê de, 10'ê Mijdarê, li Şanoya Bajarê Amedê di saet 15:00'an de lîstika bi navê "Salma" ya ku ji Kerkûkê tê, di saet 19:30'an de jî lîstika kurdî "Mêdêa" ya ku ji Enqereyê tê li Navenda Çand û Kongreya Amedê wê bê pêşkêşkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31