Ji bo Xwaringehên Gel aşxaneyek hat avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gelek welatî ji Xwaringehên Gel ên ku hejmara wan dê zêde bibe sûd wergirin, aşxaneyek ava kir ku dê rojê ji 5 hezar kesan re xwarinê çêke.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kêmkirina ferqa di navbera dabeşkirina dahatê de û pêşkêşkirina xwarinên erzan, paqij, xweş û ewle ji gel re, Xwaringeha Gel a ku di 29ê Tebaxê de li Kolana Hunerê ya li Taxa Kooperatîfan a navçeya Yenîşehirê vekirî, eleqeyeke mezin dibîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bersivdana daxwaza zêde û zêdekirina kapasîteya heyî dest bi kar kir. Di vê çarçoveyê de ji aliyê MED A.Ş. ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ve li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê aşxaneyek hat avakirin ku xwedî kapasîteya çêkirina xwarinê ye ji 5 hezar kesan re di rojekê de.

Di aşxaneya bi hemû teçhîzatan de ji aliyê aşpêjên profesyonel ve xwarinên paqij, bi kalîte û xweş ji welatiyan re tên çêkirin. Di aşxaneyê de ku endazyarên xwarinê jî kar dikin, her roj xwarinên cûrbicûr ji welatiyan re tên amadekirin.

Dê ji Xwaringehên Gel re xwarin çêke 

Koordînatorê Giştî yê MED A.Ş. ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin, Ozcan Ortaç, got ku ew projeyên xwe li gorî daxwazên gel bi rê ve dibin.

Ortaç, ku anî zimên ku ew di hewldana pêşkêşkirina xizmeteke bi kalîte ne ji gel re, wiha axivî: "Em wek MED A.Ş. ya Şaredariya Bajarê Mezin, di mitbexa ku me li Kampûsa Sumerparkê vekiriye de, 10 ocax û firinên me amade ne. Di mitbexa me de kapasîteya me heye ku em ji 5 hezar kesan re xwarinê çêkin. Mitbex dê ji xwaringehên gel ên ku em ê di pêşerojê de vekin re xwarinê çêke."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31